HDP’ê li ser dek û dolabên ku dewletê di dema hilbijartinê de gerand, raporek amade kir.
Di raporê de hate bibîrxistin ku hilbijartin di nava Rewşa Awarte de bi şert û mercên newekhev hatiye kirin û hate gotin, “Bi zext, zordarî û hîleyan encamên hilbijartinê hatine manîpulekirin. Ji bo serweriya meclîsê bikeve destê tifaqa AKP-MHP’ê hemû derfetên dewletê hatine bikaranîn. Ji bo HDP di binê bendê de were hiştin bi rêk û pêk kampanya ya bêbextî û derewan hatiye meşandin. Ji ber ku hilbijartin di nava mercên ne azad, wekhev û adîl de nehate kirin, encamên wê ne rewa ne.”
Wezîran bêhiqûqî kir
Di raporê de hate ragihandin ku li gorî destûra bingehîn diviyabû Wezîrên Karên Hundir û Edaletê beriya hilbijartinê îstifa bikira, lê belê di vê hilbijartinê de îstifa nekirine û vê yekê bandoreke neyînî li encaman kiriye.
Hewla xapandina civakê dan
HDP’ê di rapora xwe de bi bîr xist ku namzetê wan ê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş neçar maye ku kampanya xwe ya hilbijarinê ji girtîgehê bimeşîne û wiha dewam kir: “Rayedarên hikumetê bi taybetî jî Erdogan bêbextî û derew li Demîrtaş kirin û hewl dan civakê bixapînin.” Rapor bi rêzkirina hin gef, dek û dolapên din didome.
NAVENDA NÛÇEYAN