Nîqaşên plansaziya ku Tirkiye destek dide komên OSO’yê û tê plankirin ku li dijî Efrînê ji 3 milan ve êrîş pêk bînin, dewam dikin. Bi nîqaşên plansaziyê re ji sînorê Hatayê bigire heta sînorên Kîlîs û Karkamişê, her ku diçe liv û tevgera leşkerî zêde dibe. Tê diyarkirin ku li bajarên Ezez, Mare û Îdlibê komên OSO'yê ji bo êrîşî Efrînê bikin, amadekariyan dikin. Amadekariya şer a komên OSO'yê li gundê Bukulmez ê ser bi navçeya Reyhanliya Hatayê ve pir zelal xuya dike. Ji aliyê Tirkiyeyê ve jî li seranserî xeta sînor ên Hatay, Kîlîs û Dîlokê, bi rojan e sewqiyata leşkerî tê kirin û bi hezaran leşker û çekên giran hatine bicihkirin. 

Ev demek dirêj e li ser gundê Kuşakli ya Hatayê re, komên radîkal tên derbaskirin û ev herêm bi vê taybetiya xwe tê zanîn. Ev komên ku van çekan ji Tirkiyê tînin dem bi dem erîşê gundê Cindêrisê ya Efrînê dikin. Di heman demê de li heman gundî di navbera şervanên YPG’ê û komên radîkal de pevçûn diqewime. Tirkiye jî bi boneya destek bide van komên radîkal, bi topan êrîş dibe ser çeperên YPG’ê. 


Beregehên leşkerî ava kirine

Ji qada leşkerî ya li hemberî gundê Yalangoz a bi ser Kirikhanê ve, dem bi dem bi topan êrîşî Efrînê dikin. Her wiha li heman qadê bicihkirina top û hawanan jî mijara gotinê ye. Mezraya Perîşanê ya ku 7 kîlometre dûrî gundê Yalangozê ye, bi temamî veguherandine qada laşkerî. Ji bilî gundiyan tu kesî bernadin vê heremê. Hat gotin ku kesên biyanî yên diçin vê heremê, tên binçavkirin. 

Di ketina rêya Dîlokê ya diçe Kirikhanê û ji Îslahiyê dest pê dike heya Hassayê, sewqiyeteke leşkerî ya girîng heye û li ser rê herî zêde karwanên leşkerî yên TIR'an bila mirovan dikişîne. 

Karwan pir baş tê parastin, di kerwanên leşkerî de herî zêde tang, maşînên zirxî û çekên giran hene. Hat ragihandin ku gundên Demîrişik, Duruca, Înanli, Kazikli, Bulamaç û Hîsar ên di navbera sînorên Kîlîs û Îslahiyê de, bi hezaran leşker hatin bicihkirin û li van gundan dem bi dem gule li gundên Efrînê tên barandin. 


Ji bo seferê hêzên taybet

Gundiyên ku li gundên di navbera sînorê Kîlîs û Îslahiyê de dijin, diyar kirin ku rewş pir xirab e, ev tevgara leşkerî, dişibe derketina Osmaniyan a seferê. Wisan tê xuyakirin ku tevgera lêşkerî ya ser sînor ji bo êrîşkirinê tim amade ye û piraniya leşkaran ji heza leşkerî ya taybet pêk tên. Di Deriyê Sînor ê Oncupinarê re rojê 3 û 4 caran sewqiyata leşkerî tê kirin. Ev tevgera leşkerî li navenda bajarê Kîlîsê, dertê holê û tevgereke gelek zêde ye.


Qereqolan li ser sînor rêz kirine

Deriyê gundê Çobanbeyê ya navçeya Erbeylî ya Kilîsê di sala 1972'yan de hatiye girtin, di demên dawî de ji bo armancên leşkerî bi tevahî hatiye vekirin, ji derveyî maşîneyên leşkerî tu kes nikare xwe bigihîne derî. Ji navenda Erbeylî û tevahiya gundên herêmê, sewqiyata leşkerî tê kirin û li ser sînorê Sûriyeyê bi tevahî qereqolên leşkerî tên avakirin.

Li ser hemû rêyên ku diçin Kilîsê, noqteyên lêgerînê hatine danîn, di van noqteyên lêgerînê de hemû maşîne tên rawestandin û lêgerîn tê kirin. Li hin cihan demek dirêj maşîne li pey hev rêz dibin, maşînên wekî ISIZU yên bê plaqe beyî ku bên rawestandin, tên derbaskirin. Tê dîtin ku di demên dawî de li ser sînorê navçeya Karkamişê ya Dîlokê tevgereke zêde ya leşkeran heye, hem li ser sînorê Tirkiyeyê û hem jî li ser sînorê Cerablûsê sewqiyata leşkerî tê kirin. Tê gotin ku bi hezaran leşkerên tirk li Cerablûsê hatine bicihkirin, ev dem dem êrîşê çeperên hêzên HSD'ê yên Minbicê jî dikin.


Sewqiyata gelek tanqan kirin

Li ser sînorê gundên Efrînê di demên dawî de bi sedan tang hatin bicihkirin û bi hezaran leşker hatin veguhestin, li aliyê sînorê Sûriyeyê bi rêya OSO'yê amadekariya êrîşeke li hemberî bakurê Sûriyeyê tê kirin. Di 7 rojên dawî de bi sedan tang hatin sewqkirin, li herêmê tevgereke awarte ya leşkerî tê dîtin. Li gel van, gelek maşînên zirxî hatin şandin û ev welatiyên herêmê gelekî tengezar dike.


ERDOGAN ALAYUMAT/HACI YUSUF TOPALOGLU / DÎHABER/HATAY