Bi zêdebûna hejmara eskerên artêşa Tirk a dagirker li wargeha Başîqayê, metirsî li ser rewşa kêmneteweyên herêmên nêzî Mûsilê, zêde dibe. Îstîxbarata Tirk MIT, partiyan û milîsên sunî bi kar tîne da ku projeyên xwe yên dagirkirina herêmê pêk bînin, bi vê yekê Başîqa dibe xala derbekirina Êzîdiyên Şengalê û derbkirina destketiyên wan ên li herêmê.

Hebûna Tirkiyeyê, li herêmên di bin serweriya komên radîkal yên li Iraqê, kevin e. Sala 2003‘an, di dema daketina ezmanî ya hêzên Emerîkayê li herêmên nêzî Kerkûkê de, 11 çekdar hatin girtin, diyar bû ku ew çekdar girêdayî dewleta Tirk in. Hingê serbazê Emerîkî, Bill Mayfell teqeze kir ku artêşa Tirk bi tifaqa bi Partiya Barzanî re  hebûna xwe li başûr xurt dike, artêşa Tirk bi hinceta şerê li dijî Tevegera Azadiya Kurdistanê û parastina ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê qederê 20 bargehên eskerî û bi dehan navendên xwe yên istîxbaratê li herêmên başûr ava kirin.

Tiliya Tirkiyeyê di her komkujiyê de heye

Civaka Êzîdî ya li Başûrê Kurdistanê her dem dibe qurbaniya polîtîkeyên Barzanî, Tirkiyeyê jî her tiştî dike da ku dest deyne ser herêmê. Ji komkujiya Sîba Şêx Xidir û Tel Ezîz ên sala 2007‘an heta bi fermana Êzîdiyan a Şengalê ya 2014‘an û êrîşên li ser Xanesorê Tirkiya her tim di nava tevgerê de bû da ku armancên xwe yên dagirkirî pêk bîne, niha jî li bargeha Başîqayê wiha ye. Girîngiya Başîqayê çi ye, yên li wir kî ne, AKP‘ê bi avakirineke çeteyan çi amadekariyan dike û kî dibe hedef?

Girîngiya stratîjiya Başîqa ji bo Tirkiyeyê

Herêma Başîqa ji nuqteyên herî stratîjîk e û girîngiyeke xwe ji bo parêzgeha Mûsilê heye, bi xwezaya xwe ya çiyayî tê nasîn. Li vê herêmê çiyayên Başîqa, Meqlûb û Mexar hene. Beşeke berfireh ji sînorên rojhilat û bakurê Mûsilê digire û li beramberî bajarê Mûsilê, Til Keyf û Elî Reş û Şelalt heyanî derdora Til Eferê ye.

Pirraniya niştecihên vê herêmê Êzîdî ne, her wiha Suryanî, Asûrî û Şebek jî lê hene.

Başîqa ji aliyê Tirkiyeyê ve nuqteya herî nêz a ji herêmên sunî yên Iraqê ye, mesafeya di navbera herdu aliyan de 95 kîlometro ne. Artêşa Tirk bi riya deriyê sînor ê Ibrahîm Xelîl xwe digihîne Başîqayê bêyî ku tu astengî jê re bêtin derxistin, ji ber ku zêdetirî 18 bargehên eskerî û navendên îstîxbaratî li Duhokê hene, di sala 1995‘an de bargeheke eskerî li Başîqayê ava kir û sala 2015‘an bi çekên giran ew xurt kir.

Barzanî artêşa Tirk li Başîqayê xurt kir 

Piştî ku bajarê Mûsilê ket destê DAIŞ‘ê, lihevkirinên siyasî di navbera hêzên herêmî de çêbûn. Parêzerê Mûsilê Asîl El-Nicêfî û birayê wî Usama El-Nicêfî ku Serokê Meclîsa Cigîrên Îraqê ye, kesên ku destê wan di tifaqên li ser Mûsilê hene, çûn serdana bajarê Başîqayê ku ev cih ji xwe re û milîsên xwe yên Sunî yên bi navê El-Heşid El-Wetenî re kiribûn bargeheke eskerî da ku qaşo şerê DAIŞ‘ê bikin. Li ser vê yekê milîsên Turkmen jî hatin avakirin û li gel El-Heşid El-Wetenî destwerdan di bargehê de dikirin.

Beşek mezin ji herêma Mûsilê di destê malbata El-Nicêfî de ye, ev malbat bi dijminahiya xwe ya bi gelê Kurd re tê naskirin. Di demên dawî de, şerên bi axaftin û daxuyaniyan di navbera Tirkiyê û hikûmeta Iraqê de zêde bûn. Herî dawî Tirkiyeyê daxuyaniyek da ku ew ji beşekê ji eskerên xwe ji herêmê vedikişîne, lê belê ev tenê şiklî bû.

Erdogan jî wekîlên wî yên li Iraqê ango partiya Barzanî û Malbata El-Nicêfî xistin nav liv û tevgerê, îro li Başîqa Barzanî, Nicêfî û Erdogan li hev civiyan, li wir Erdogan partiyeke Sunî ava kir da ku milîsên wan bide biçekkirin û mûçeyên wan bide da ku li gorî siyasetên xwe yên dagirkerî, pêk bîne.

Tişta ku bala mirov dikişîne ew e, Tirkiye ne endameke Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li Iraqê ye û ne jî cihê wê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de heye, gelo li Başîqayê çi dike û niyeta wê çi ye?

Metirsî li ser mayîna Êzîdiyan heye

Dewleta Tirk partiyên xwe yên sunî û rêxistinên Turkmen û Sunî ava dike da ku hêzeke çekdar li ser esasê mezhebî mîna ya El-Heşid El-Wetenî, mîna Mertalê Firatê ava bike. Li Başîqayê pîlanên xwe yên siyasî û leşkerî li dijî Êzîdiyan dixwaze pêk bîne. Dewleta Tirk dê wekîl û rêxistinên xwe yên alîkariyê li wargeha Başîqayê û cihên din ên ku koçberên Mûsil û Til Eferê tevbigerîne û wan li Sûriyê jî bide bikaranîn, her wiha hebûna Êzîdî û gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bixe metirsiyê.

Çalakvanê Êzîdî yê ji Rojava, Nesîm Şemo anî ziman ku ew ji tevgera Tirkiyeyê ya li Başîqa û Behrezanî ne rihet in û got, hebûna Tirkiyeyê li herêmê, tê wateya guhertineke demografîk. Şemo destnîşan kir ku Başîqa ji bo wan yek ji navendên sereke yên çandî û olî ye.

Nesîm Şemo got, “Tirkiyê li Serêkaniyê êrîşî me kir, Cebhet El-Nûsra derbasî bi dehan gundên Êzîdî kir. Bi Barzanî û hêzên herêmî re dek û dolab gerandin da ku Êzîdiyên Şengalê qirr bikin. Em hebûna wan li ser xaka Êzîdiyan qebûl nakin, divê gelê me li hemberî pîlanên Erdogan û Barzanî bibin yek.”

Çi Tirkiye û çi DAIŞ, herdu yek in

Çalakvana Êzîdî ya navçeya Başîqa Besma Çeço jî metirsiya xwe li ser hebûna Tirkiyê li herêmê wiha îfade kir: “Em wekî Êzîdiyên herêma Başîqayê, me nexwest Tirkiyê di xaka me de bimîne, ji ber ku destekê dide komên radîkal. Û ew sedema aloziya vir e, hebûna wan li vir mîna hebûna DAIŞ‘ê ye, em ji niyeta wan ne rihet in, niyeta wan her kes dizane ku xeter e li ser Êzîdiyan.”

3‘yê Adarê îsal, çekdar û milîsên ku li Başîqayê ji aliyê MIT, Barzanî û Zerevanî hatibûn perwerdekirin, êrîşî Xanesora Şengalê kirin, di encamê de hejmarek ji rojmanevan û endamên Hêzên Asayîşa Êzîdxanê şehîd bûn. Li ser vê yekê nerazîbûn ji aliyên civaka Kurdistanê û raya giştî hatin nîşandan û bang hat kirin ku sînor ji dek û dolabên Erdogan û Barzanî re bête danîn.


ALAN ROJ / ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN