Dek û dolabên hilbijartinan êdî bûye sinc /rewişt û karektera dagirkeran, xwerû jî ya AKPê, ew niha vê sextekariyê gelek vekirî dike. Di her hilbijartinan de bi sedhezaran reyên Kurdan tên dizîn, wendakirin, revandin. Ez di wê baweriyê de me ku ev dek û dolabên dagirkeran nebe, rêjeya dengê BDP ê xwe digihîne benda dehan.

Dema nekanîn bi kotekê pêşî li tekoşîna tevgera Kurdistanî bigirin, ji bo ku di raya giştî ya cihanê de olaneke tekoşîna Kurd ya demokratîk deng venede, wan dest bi dek û dolabên hilbijartinan kirin. Ev zêdekirina Benda dehan ya hilbijartinê jî ji van tedbîran yek e, xwestin bi vê bendê hêjmarên parlamenterên Kurd kêm û yên xwe zêde bikin, bala giştî û ya cihanê bi vê bixapînin, hêviyên gel bişikînin. Mînak: Gelek baş tê zanîn ku rayedarên AKPê di her axaftinê de dibêjin; “ew qas parlamenterê me yên Kurd hene ûhw,” li gel wê bi devê hin der û dorên ajanên bandorî didin gotin ku BDP Kurdan temsîl nakin.
Di warê siyasetê de jî hin cehş bi formên cuda organîzekirine. Hin serokeşîr, derdorên li pey rantê, nakokiyên nava gel (eşîr, malbatî), kêmaran (ereb, tirkmen), mihacirên ji bo bişaftinê li Kurdistanê bi cih kiribûn, mezheb û hin şêxan bi hemû sextekarî, gijkirin û sorkirinan ji bo serkariya xwe bi kar tînin.
Dema evan hîleyên wan pere nekirin, vê carê jî li aliyekê li Kurdistanê wek yek partî ketin hilbijartinan, li aliyê din jî reyên leşker û polîsan bi awayê blok ji bo xwe bikaranîn. Hinek bajar hene ku li wir reyên AKP tenê yên polîs û leşkeran e.
Dema kemîn û lîstikên wan vala derketin, vê carê jî li hemû bajaran reyên BDP hatin dizîn şewitandin, li cihên wan rey ji bo AKPê kirin sanduqan. Eger derfetên dewletê, dek û dolap nebin rêjeya reyên AKP di bin sedî 40 de dimîne.

SERÊKANIYÊ

Mijara SERÊKANIYÊ ne tenê dek û dolabên hilbijartinê ne, Serêkaniyê di çareseriya kêşeya Kurd û Kurdistanê de ciheke stratejîk e, serkariya AKPê /dewleta tirk ji bo ku bikane pêşî li şoreşa ROJAVA bigire, bi hezaran çeteyên xwînxwar di Serêkaniyê ya ser xetê re derbazê Serêkaniya binê xetê kirin, lê ji ber berxwedana YPG û li ser xetê şaredarî di destê Kurdan de bû, nekanîn bi ser bikevin.
Serkariya dagirkerên tirk êdî baş têgihîştine ku Rojava wek kilîta çareseriya kêşeya Kurd e, lema bi hemû derfetên xwe yên heyî dixebite ku vê bifetisîne, têkiliyên xwe yên bi serkariya başûr re jî di vê çarçoveyê de ye. Ew tundiya Başûr ya li dij Rojava li ser fermana tirkiyê tê meşandin. Niha bi hin boneyên vala ku di civîna serokê îstixbarat, sererkanî û wezareta der de jî eşkere bû ku amadekariyeke êrişî Rojavakirinê heye, tevgera leşkerî ya li ser sînor di nava vê çarçovê de ye, lema di vê hilbijartinê de li hemû bajarên ser xetê/sînor mîna Wêranşar, Serêkaniyê, Bîrecik, Bozova ta Dîlokê dek û dolabên berçavî çerixandin, bi sedhezaran dengên Kurdan wendakirin. Li gor vê plan û armancê ji bo Ruhayê jî walîyeke ji erkên nepenî wek berendam nîşan dan. Divê mirov li ser wî waliyî û çima hin eşîr û kêmaran ev walî pejirandin jî raweste.
NATO vê kêliyê li ser Ukrayna /Kirimê konzentre bûye, lema jî wan mijara dizaynkirina politika tirkiyê ji bo demekê dane rawestandin, ango niha dîsa ji bo dewleta tirk hewaya mij û dûxanê afiriye, ew dizanin ku di warê geostratejiyê de vê gavê pêdiviya NATOyê bi wan heye, wê bi her awayî piştgiriya xinizî, xwînxwarî û çavsoriya tirkiyê bikin, yan jî bi kêmasî çavên xwe bigirin. Ev çavsoriya li Serêkaniyê bingehê wêrekiya xwe hinek jî ji vir digire, metirsiya herî mezin jî di vir de ye.
Vê kêliyê ji rewşa awerte bêtir Serêkaniyê bi aliyê polîs, leşker û çeteyên El Nusra û sîxwiran ve hatiye dagirkirin, ev tu car nayê pejirandin, lema gelê me li dij wê li ser piyan e. Ev serhildana Serêkaniyê li aliyekê ve jî rêya hin derfetan vedike, çawa Serêkaniya binê xetê şoreşa ROJAVA xurt kir û gihand vê pîleya serkeftinê, Serêkaniya jorê xetê jî dikane bibe pêpilika serkeftina şoreşa Bakur. Ji wê divê em bi hemû hêza xwe ve li ser Serêkaniyê konzentre bibin û wê biguhezînin şoreşê.
Rojbûna rêberê Gelê Kurd pîroz be!