Kombûna Civata Giştî ya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a pêr li Amedê destpê kir, û doh bi danezana encamê bi dawî bû. Di nava du rojan de li ser xwerêveberiyê nîqaş hatin meşandin. Di encama nîqaşan de bi serenavê "Deklarasyona çareseriya siyasî ya têkildarî xwerêveberiyan" encamname hat eşkerekirin. Encamname ji aliyê Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle ve hat xwendin.
Pirsgirêka ne ya xendekan e, ya azadiyê ye
Di encamanameya Civata Giştî de îşaret bi pêvajoya bihurî tê kirin, ka çawa bi rêbertiya Ocalan tevgera Kurd amade bû ji aştiyê re û ji çareseriyeke muzakerekirî ya pirsgirîkê re, û ka çawa AKP´ê ev pêvajo ji bo awiqandinê bi kar anî. Encamname êrîşên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk bi bîr dixe û dibêje, xendek jî, bend jî weke parastina rewa li dijî van êrîşan bi pêş ketin û wiha dewam kir: " Ev têkoşîna civakî li hemberî helwesta desthilatparêz, navendî û feraseta desthilatdariya mêrane, alternatîfa bi feraseta siyaseteke demokratîk rêvebirin, bi hev re jiyîn û di çarçoveya statuyeke siyasî de çareserkirina pirsgirêka Kurd esas digire. Ev jî tê wê wateyê ku, di bingeha xwe de pirsgirêk, pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye. Daxwaza demokrasî û azadiyê di bingeha xwe de daxwaza statuya siyasî ye."
Azadiya Ocalan şert e
Bi vî awayî KCD dibêje ji bo çareseriyeke mayinde ya siyasî "em azadiya Birêz Ocalan wekî şertekî jêneger dibînin".
KCD îşaret bi esasên rêveberiya demokratîk dike û xwerêveberî jê re bingeh e û li ser mijarê dibêje: "Rêvebirina demokratîk a rasteqîn, demokrasiya heremî ya xwecihî û cewherî ye. Êdî di cîhanê de demokrasiya ku xweseriya civakan nepejirîne nemaye."
Têkoşîna gelê Kurd wê teqez bi ser keve
KCD balê dikşîne ser êrîşên dewleta Tirk li dijî xwerêveberiyan, çawa ev êrîş xelkê bê guneh mexdûr dike û bajaran texrîb dike û weha dewam dike: "Gelê Kurd jî hem ji cihên ku xweseriya demokratîk îlan kirine û hem jî li her derî têkoşîna xwe xurt dike. Ev têkoşîna gelê Kurd a demokratîk û rewa wê teqez bi ser bikeve. Ev kesên ku êrîşî van daxwazên rewa dikin dê hem li Tirkiyeya demokratîk û hem jî li hemberî dîrok û mirovahiyê werin darizandin.
Em wekî KCD, bi her awayî xwedî li van xweseriyên demokratîk derdikevin û piştgiriyê didin têkoşîna gelê xwe ya mafdar û rewa."
KCD xwedî derdikeve
Di encamnameyê de tê gotin, KCD gihîştiye vê encamê ku divê naveroka xwerêvebirina rewa were tijekirin û xwedî lê were derketin. KCD di heman demê de wê piştgiriyê bide xweprastina rewa ya xwerêveberiyan jî. Elaqedarî heman mijarê KCD´ê biryara destpêkirin û pêkanîna înşaya civakî ya nû jî daye. KCD wiha van biryaran îfade dike: "Di rasteqîniya Tirkiyeyê de li derveyî xweseriya demokratîk rêyeke din a demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne pêkan e. Li gorî vê xweseriya demokratîk bi her awayî gavên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne."
Biryarên KCD'ê
KCD di vê çarçoveyê de dixwaze guman û îtîrazên li hemberî şertê rêvebiriyên xweser ên herêmî yên Konseya Ewropayê bên rakirin û daxwazên xwe di encamnameyê de wiha dike rêz:
* Li seranserê welatî li gorî nêzîkbûn û têkiliyên çandî, aborî û erdnîgarî, bi tevlîbûna yek an jî çend bajarên cîran, heremên xweser ên demokratîk bên tespîtkirin.
* Ev heremên xweser hemû yan jî bajar divê li gorî bingeheke demokratîk ji aliyê meclîsan û rêvebiriyan ve ku ji meclîsan hatine hilbijartin, li gorî destûra bingehîn a nû ya demokratîk a Tirkiyeyê bên birêvebirin.
* Hemû wesayeta navendî ya li ser meclîsên heremî were bidawîkirin, erka jikargirtina hilbijartiyan were rakirin. Derveyî çavdêriyên ku li gorî pîvanên destûra bingehîn a nû ya bingehîn hatine destnîşankirin, hemû wesayetên desteyên navendî yên li ser rêveberî û demokrasiya heremî bên hilanîn.
* Divê, li bajar û heremên xweser rasterast tevlîbûna meclîsên tax, gund, navçe û bajaran, ên jin û ciwanan, komên ol û baweriyan cuda û rêxistinên civakî û sivîl, di pêvajoya biryar û çavderiyê de bê pêkanîn.
* Ji bo kûrbûn û berfirehbûna demokrasiyê, ji bo pêkanîna jiyaneke azad û demokratîk divê di hemû mekanîzmayên biryargirtin û xwerêvebirinê de temsîliyeta jinan bi awayakî wekhev bê parastin û pêkanîn. Li gorî pêdiviyên jinan meclîs, komun û saziyên civakî bên avakirin.
* Divê ciwan di mekanîzmayên biryardayînê û organên rêveberiyên xweser de cih bigirin. Ji bo vê jî tevlîbûn û rêxistinbûyineke xweser a ciwanan pêk bê.
* Di hemû astan de kar û barên perwerdeya bi zimanê dayikê, ji rêveberiyên heremî re were hiştin.
* Di qadên çand, ziman û dîrokê de bi her awayî xebat bên kirin. Di heman demê de saziyên ku di der barê ol û baweriyê de xizmetê didin wekî saziyên serbixwe bên birêxistinkirin.
* Di hemû astan de xizmetên tenduristî û dermankirinê ji aliyê rêveberiyên xweser ve bên dayin.
* Divê xizmetên dadê û darazê li gorî modela rêveberiyên herêmên xweser ji nû ve bên sazkirin.
* Çavkaniyên enerjî yên wekî av û axê di çarçoveya feraseta ekolojîk de, li gorî sûdwergirtina civakê bê xebitandin û kontrolkirin û erka pargirtina ji hilberînê ji rêvebiriya heremên xweser re bê hiştin.
* Di çarçoveya xizmetên veguhaztinê de erk û kontrola hemû rêyên veguhaztinê (hewayî, bejayî û deryayî) yên nava bajar, bi destê rêvebiriyên xweser be.
* Ji bo pêkanîna xizmetên ku li jor hatine diyarkirin, plansaziya butçeya heremî, dewrî rêvebiriyên heremî yên xweser bê kirin û di plansazya butçeyê de feraseta ramana jinane esas bê girtin.
* Di bin venêrîna revebiriyên herêmên xweser de hemû yekîneyên ewlehiyê yên fermî bên sazkirin. Ev yekîne, di çarçoveya Destûra Bingehîn de bi hêzên navendî yên parastinê re, di nav koordîneyekê de xebatê bikin.
AMED