Delagasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya Imraliyê ku ji welatên cuda ji neh akademîsyen û aktîvîstan pêk tê, di navbeyna 11-16’ê Sibatê de li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê hevdîtinan bike.

Di şandeyê de dîrokzanê Izlandî û wezîrê karên derve yê berê yê vî welatî Ogmundur Jonasson, sendîkavanê Ingilîz Manuel Cortes, aborîzanê Arjantînî û çalakgerê mafê mirovan Beveryl Ann Keene, hiqûqnasê Ingilîz Paul Scoheley, aktrîsta Ingilîz Maxine Peak, xwedekarê felsefeyê yê DYE’yî Connor Hayes, sendîkavanê Ingilîz Tony Burke, nivîskarê Ingilîz John Hunt û wênegir û dergehênerê Ingilîz Jonathan Spaull hene. Ew ê di navbeyna 11-16’ê Sibatê de li Kurdistanê û Tirkiyê hevdîtinan weke şande bikin.

Dixwazin biçin Îmraliyê

Şandeyê ji bo ku li Imraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike miracaet kiriye. Ew dixwaze bi rayedarên Wezareta Dadê ya dewleta Tirk re jî hevdîtinê bikin. 12’ê Sibatê ew ê bi Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan re hev bibîne. Şande li Navenda Giştî ya HDP’ê wê daxuyaniyekê bide çapmeniyê û heman rojê wê bi Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) re, Weqa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TIHV) re û Sendîkayâ Kedkarên Kamûyê re jî rûne.

Şande 13’ê Sibatê wê derbasî Amedê bibe, heke şert guncaw bin wê Leyla Guven bibîne. Şande wê nûnerên rêxistinên civaka sivîl a Amedê jî bibîne.

Şande 14’ê Sibatê wê nûnerên KCD’ê, nûnerên DBP’ê û Dayikên Aştiyê bibîne. Piştre jî şande wê li Stenbolê bi parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê re rûne.

Du endamên şandeyê Ogmundur û Connor beriya hevdîtinên li Enqerê, wê biçin serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li bajarê Fransayê Strasbourgê.

 

NAVENDA NÛÇEYAN