Li zanîngeha navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê şêwekar Akam Îbrahîm pêşangehek ji tabloyên wêneyên li ser xwezaya Kurdistanê çêkirî, vekir. Akam Îbrahîm ku derbarê armanca pêşangehê de axivî, got; “Armanca min a vekirina vê pêşangehê nîşandana ciwaniya xwezaya Kurdistanê ye.”
Her wiha Akam Îbrahîm diyar kir ku ev pêşangeha şeşemîn e ku vedike û wiha peyivî: “Ev şeşemîn pêşangeha min a wêneyan e ku ez vedikim. Her wiha ji bo dema pêş jî projeyên min ên berfirehtir hene. Di vê çarçoveyê de ez ê ji bo bîranîna raperîna 1991’ê di salvegera Raperînê de pêşangehekê diyarî Raperînê bikim.”


MIHEMED HESEN/GERMIYAN