Beriya ku şahî dest pê bike deqeyekî ji bo şehîdên şoreşê rêz hat girtin û piştre nameya Delîlayê hat xwendin û piştî xwendina nameyê dayika Delîlayê Gulsum Goçer derket ser dikê û axaftinek kir. Goçer diyar kir ku ew naxweze pesnê keça xwe bide û ev tişt anî ziman: “Delîla keçeke pir şîrîn bû, di nava jiyanê de her dem xwedî bandorek girîng bû. Di têkiliyên xwe yê jiyanê de her dem bi mirovên kal û pîr re eleqedar bû, mirovên kal bandoreke mezin li ser wê dikir.”
Goçer di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku keça wê şehîdê hemû Kurdistanê ye û ev tişt anî ziman: “Divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin. Bi hezaran zarokê me di vê riya azadiyê de canê xwe dan. Tiştê ku dikeve ser milê me, xwedî derketina nirxan e. Tiştê ku me bigihîne serkeftinê xwedîderketina li nirxan e.”
Sînevîzyona ku piştî 15 deqeyan bi dawî bû, koma muzîka ya Navenda Çandê ya Dîcle Firatê derket ser dikê û stranên Delîla Meyaser ji mêvanan re pêşkeş kirin. Gerîlayên ku di pevçûna 24’ê tebaxa 2007’an de bi çekên kimyawê hatibûn qetilkirin navên wan wiha ne: Zarîfe Adibellî (Roza Mardîn), Şenay Goçer (Delîla Meyaser), Rahîme Tuncer (Avesta Amed), Îdrîs Babat (Xwînrêj Botan), Ahmet Kara (Adok Farqîn), Îshak Yakut (Amed Akdag), Denîz Turk (Andok Denîz), Eyup Haydar (Erdal Serkeftin), Azîz Muhammed (Eşref Cîlo), Nasir Aydin (îsyan Brusk) û Cebraîl Turan (Rohat Dilpak).  

ANF/AMED