
Dûre Hasan Cemal hestên xwe di rêze nivîsên xwe yên bi navê ‘rojnivîsa gerîla’ de Delîla vegot. Her kesên li çiyê nivîs xwendin, gelekî kêfxweş bûbûn...Kêfxweş bûbûn ji ber ku Delîla zêdeyî vê heq dikir. Yek ji lehengên gotina ‘jiyana mafê wê hatiye dayîn’ bû Delîla. Lê belê civaka Tirkiyeyê mîna yên din, haya wê ji Delîla jî nebû. Haya Hasan Cemal ji vê hebû. Dibe ku Delîla niha bi awayekî fîzîkî ne di nava me de ye, lê belê dengê wê, şopên wê, bîranînê wê, hêviyên wê, kêfxweşiya wê li Metîna, li çiyê ye.
Hevnaskirina Delîla û Hasan Cemal li Metîna di meheke biharê de wiha bû...
Weke yek ji şahidê wê rojê, ji bo bîranîna wê rojê me xwest Delîla ji Hasan Cema bipirsin. Min hewl da di şûna we de naskirina we ya Delîla ji xwendevana re bêjim, lê belê xwendevan dixwaze ji we jî bibîhîze...
Di destpêka meha Gulanê de, li herêmên şer ên Metîna, min koma yekemîn a gerîla ya ji nava sînor vedikişiya, dişopand. Tu jî hebû, bi koma destpêkê re em şevekê meşiyan. Di wan rojan de dema li çiyê bi cipê çûn, bi dengê ji kasetek gerîlayekî lê da min Delîla nas kir.
Dema we ew deng yekemcar bihîstin, we çi hîs kirin?
Dengekî bi heybet bû, gelekî bandor li min kir. Strana Şev Tarî digot. Gotin “Sezen a Kurdan” e. Di rojên din de li nuqteyeke PKK’ê ya li Metîna, min nivîsên xwe yên di binê konekî de her tim bi dengê gerîla nivîsand. Û min biryar da ku bikevim dû vî dengî. Di hişê min de nivîsandina pirtûkek li ser Rojnivîsên Vekişînê hebû, ku ji 21’ê Adara par destpê dikir. Hînê jî di hişê min de heye. Min got destpêka wê jî bila Delîla be.
Dûre hûn çûn Farqînê, çûn dîtina malbata Delîla...
Belê bi alîkariya te min xwe gihand malbatê ya li Farqînê. Eger rojnamevanek di şûna rûniştina li dora maseyê de ji gerê hez bike, ev rewş di şûna zor û zehmetiyan de coş û heyecanê dide. Naskirina dayika Delîla Dayika Gulsum, naskirina xwişk, bira, xizmên wan, mayîna sê rojan li gel wan, xwarina li sifra erdê bi wan re, sohbetên demdirêj, gera li Farqînê bi rastî jî gelekî xweş bû. Wan dilê xwe ji min re vekirin. Û êşên xwe yên giran bi min re parve kirin. Vê yekê asoyê min vekir.
We li Farqînê çi dîtin? Em behsa cihekî ku gelek êş lê hatin jiyîn dikin.
Farqîn yek ji cihên herî bi êş ên erdnîgariya Kurdistanê ye. Yek ji cihên herî zêde lê bûyerên kuştinên kiryar nediyar rû daye, bi qasî dizanim li gel Êlih, Amed û Nisêbînê...
We ew şop dîtin?
Dema bi dayika Gulsum û kekê Delîla Abdulbakî re li Farqînê geriyam, dema hîn bûm ku li kîjan kolanê nava rojê kî bi awayekî nediyar hat qetilkirin, dema min bihîst ku Delîla ya biçûk çawa di nava dengê çekan de mezin bû, dema min guh da ku Delîla dema dest bi dibistanê kir çawa serî li înkara Kurdî rakir, ez matmayî nemam ku Delîla û sê hevalên xwe di 17 saliya xwe de dema lîse qedand çima derketin çiyê. Di asla 1982’an de çê bû di sala 2007’an de jiyana xwe ji dest da. Trajediya Delîla pirsgirêka Kurd bi xwe ye; ji bo fêmmkirina şer û aştiya vî welatî, şîfreyeke.
Di rojnivîsên wê de çîrokek wê heye...
Hinekî bi rasthatinê, hinekî jî ji ber meraqa min a rojnamevaniyê, rojnivîsên Delîla yên li çiyê nivîsandî, sê ji wan li mala xaltîka wê, yek jî di binê kanepeyê de hat dîtin. Ji bo ji serdegirtina polîsan rizgar bike, veşartine, dûre jî ji bîr kirine. Defterên wê yên din ên li maleke din veşartine jî, polîsan di serdegirtinê de dîtine û birine... Min tevahiya mehên havînê rojnivîsên wê xwend, pirtûka Delîla wiha hat nivîsandin.
Zerya Meya kiye?
Hevaleke wê ya bi Delîla re derketiye serê çiyê. Dema min bihîst li Amedê ye, ez pê re jî axivîm. Gelekî xweş behsa Farqîna salên 1990’î û çiyê kir...Di pirtûkê de bi navê Zerya Meya derbas dibe...Di biryara min a nivîsandinan pirtûkê de rola vê sohbetê heye.
Di pirtûkê de we cih dan gotinên dayika wê. Dema we çîroka wê carekê ji malbatê, ji dayika wê bihîstin, we çi hîs kirin? Bi dayika wê re hûn çûn ser gora wê.
Rojek beriya Cejan Remezanê em çûn goristana li Farqînê. Her kesî hevdu nas dikir. Her kesî dizanîbû ku malbata şehîdan, kê ji qurban daye kuştinên kiryar nediyar. Goristan cihekî ku rojek beriya cejnê her kes lê kom dibû, êşên xwe bi hev re parve dikirin, bû.
Hûn gelekî behsa Dayika Gulsumê dikin...
Dayika Gulsumê dayikeke mîna her dayikê. Lê belê kûrbûneke wê heye ku bandorê li mirovan dike. Xwendin nivîsandina wê nîne. Jineke oldar e. Dema Delîla derdikeve çiyê digirî, lê belê li dû keça xwe bi serbilindî disekine. Dixwaze keça wê bixwîne, keça wê ji çiyê biçe Ewropayê, lê belê li pişt tercîha keça wê ya mayîna li çiyê bi serbilindî disekine. Digirî, lê belê hêsrên xwe diherîke neva xwe. Ya girîngtir jî; derketina çiyê ya keça xwe fêm dike, hîs dike.
Dema we rojnivîsên wê xwendin, we çi dîtin? Di wan rojnivîsan de çi hene?
Rojnivîs li ser derketina çiyê, hest û nêrînên keçeke 17 salî ya li Farqînê piştî xwendinê derdikeve çiyê ye...Ev yek kurteberiyeke ewçend girînge ku ji bo fêmkirin û hîskirina pirsgirêka Kurd derî vedike. Jiyana keçeke bi coşa jiyanê û mirina wê ya trajîk, ji bo mayindebûna mercen aştiyê yên li vî welatî derî vedike. Rê li ber me hemûyan vedike ku hinekî têgihiştî bibin, xwe nêzî aştî û demokrasiyê bikin. Delîla jiyaneke kurt lê belê watedar e.
Di pirtûkê de em we zêde nabînin. Hûn xwendevan û Delîla bi hev re dihêlin....
Ev pirtûk pirtûkeke bi vî rengî ye. Min bi kamerayeke di destê xwe de hewl da kişandinekê bike, ewqas. Min hewl da hest û nêrînên xwe yekser tê de bicih neke.
Delîla Sezen Aksû nas nekir, lê mirov dikarin bêjin ku li çiyayên Kurdistanê surprîzek ji we re çê kir?
Belê. Delîla ji zarokatiya xwe ve li Sezen Aksû guhdarî dike, jê hez dike û stranên xwe dibêje. Li çiyê jî di rojnivîsên xwe de dinivîsîne, dibêje bi stranên Sezen kêfxweşî û cesareta jiyanê dide xwe.
Hûn bi Sezen Aksû re axivîn?
Nivîsên Delîla yên di rojnivîsên xwe de der heqê Sezen Aksû de nivîsandî, beriya pirtûk derkeve min ji Sezen Aksû re xwend. Min dengê wê, stranên xwe bi Sezen Aksû da guhdarîkirin. Gelekî hestewar bû.
ERDAL ER/ANF/BRUKSEL