Fêrgîn Melîk AYKOÇ
Mirovên delodîn ne dîn in, bes, bê tirs in, her tiştî mîna ku bivir li kevir bixin, bi ço li serê mirovan xin, rasterast dibêjin. Di nav malbat, êl, pêkhate, gund û bajaran, netewe, heta di nava dewletan de jî, carinan tenê kesên wisa delodîn rastiyên veşartî li ber çavan radixînin. Lewre, ew li gor delodîniya xwe, ne li gor anane û rêbazên heyiyên rûniştî tevdigerin. Raza wan jî di vir de ye. Ew bi gotin, kirin û tevgerên xwe yên nepayî, rawişta hobûyi ser û bin dikin. Ev serûbinkirin jî rawîştperestên ku razan di bin siya erkên xwe de vedişêrin, tine pindeke wisa asê ku ew neçar dimînin, her tiştê razber yan ji devê xwe direvînin, yan jî êdî nikanin veşêrin, her tişt derdikeve rastiya berçavî.
Cilkî Donald Trump bûye serokê DYE´yê, carinan bi formek delodînî hin daxuyaniyên nepayî dide, yan jî hin biryarên ku ti kes ne li bendê ye, digire. Ev jî dibe tirs; hem Ewropayê û hem welatên din di nava şaşwaziyan de dihêle. Ew welat neçar dimînin ku hin biryaran bidin, ev jî rûçikên wan ê veşartî li ber çavan radixîne, rûpoşen wan dixîne û rûçikên wan ên zîşt derdikeve.
Em dizanin ku Îngîlîz û Fransizan bi lihevkirina Sykes- Picot Kurdistan parçekirine. Bi salan e li gel Almanan hewl didin ku nehêlin ev statuya Kurdistanê biguhere. Wan ji bo vê statuyê bi salan şahînşahiya Îranê, kemalîzma Tirkiyeyê di warên siyasî, diravî, bazirganî û dîplomasiyê de li ser piyan girtin. Piştê wê jî faşîzma Ayetullahan û faşîzma Erdogan hem bi teknîk û fîrmayên xwe, hem siyasî û hem jî alîkariyên xwe yên diravî yên bi milyar dolaran darayiya wan dadigirin, nahêlin ew melûl bin û hilweşin. Lê ev rastî ji bala giştî veşartî bû, mîna razekî li paş heft kilîtan. Alîkariya ji bo Tirkiyeyê jî jixwe di bin perdeya NATO yê de dihat porkirin.
Ewrûpiyan ji bo xapandina bala giştî, carinan Ayetullahî rexne dikirin, da ku bikanin xwe wekî parêzvanên mafê mirovan bifiroşin. Piştî Donald Trump biryarên wê nehêlin fîrmayên bi Îranê re dixebitin li DYE´yê kar bikin, da; çewisandina xwe li ser Fransa, Elmanya û Ingilîz zêde kir, hin rastiyên veşartî jî wekî neynikekê zelal bûn. Dest û lingên welatên Ewrûpê li hev geriyan. Dibe ji wê be, Yekitiya Ewrûpê biryar da ku alikariya ji bo Îranê ya bi milyaran qut neke.
Bala xwe bidinê, li Ewrûpayê komployên li dij rêberên PDK /Iran tev de hat tepisandin (di nivîsa mina hefteya çûyîn de heye.) Li pirraniya welatên Ewrûpayê qedexekirina PKK´ê, komployên li dij rêveberên PKK´ê jî parçeyên alîkariya ji bo faşîzma Ayetullah û faşîzma Erdogan in. Dema Elmanyayê PKK qedexe kiribû, daxuyaniyeke wisa dabû: "Li hember çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê yên li Elmanyayê bêdeng mayîn, polîtîka Elmanyayê ya derveyî welêt, dixe ber pirsiyariyê. Lewre, ev awa çalakî nirxên hevalbendeke girîng yê yekitiyê bin pê dike!"
Welatên Ewrûpayê ji bo rê li ber bala giştî şaşkirine, tenê rê dane hin partiyên Kurd yên têkiliyên wan û faşîzma Ayetullah û faşîzma Erdogan re pirr baş in, yanê hevkarên van pergalên faşîst in û bi her awayî di xizmeta welatên Ewrûpayê, Ayetulla û Erdogan de ne. Mînaka vê ya zelal ev e; Elmanya li ser riza Îran û Tirkiyeyê li ser Tirkiyeyê re, her awa alîkarî da serkariya Hewlêrê. Li gel wê hin kom û komikên Kurd yên li Elmanyayê.
Jixwe tê zanîn, dewleta Iraqê bi destê Ingilîzan ya Sûriyê jî bi destê Fransizan hatin damezirandin, pergalên wan jî di bin siya Fransiz û Ingilîzan de rûniştin. Heta mirov dikane bibêje, Baasîzm jî di bin kontrola wan de hate birêkxistin. Jixwe, Elmanya ji sedsala 19´an û vir ve, di warê, siyasî, leşkerî, aborî û dîplomasiyê de bê navber piştgirê herî pêş yê serkarên Tirk e.
Bi gotineke kurt û Kurmancî, kesayetî û niyeta Donald Trump çi dibe bila bibe, ev pirsgirêka wî ye, lê wî bi helwêst û tevgera xwe pirraniya rastiyên hin der û doran nedixwestin bibînin, bi yek qelemê li ber çavên giştan raxist. Vê rûçikê hin partiyên sosyal demokrat ên Ewrûpî jî be kêmasî zelal kirin. Mînaka herî balkêş ew daxuyaniya seroka Partiya Sosyaldemokrat a Elmanyayê ji bo piştgiriya faşîzma Erdogan e.
Bi dîtina min ji bo derketina rastiyan her demê, di nava her civakê de pêdivî bi derketina hin kesayetiyên delodîn heye. Bi hatina wê kesayetiyê re ji bo me jî hin tişt zelaltir bûn. Bes em hewl bidin ku rastiyan bixwînin, li gor wê tevgerîn û tevdîrên kêrhatî pêk bînin.