
RAMAZAN MARANKOZ / STRASBOURG
Komploya 9´ê Cotmehê di salvegera xwe 19´an de ye û Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Fransayê Strasbourgê civiyan, çalakiyên xwe yîn bi navê “êdî dem e” bi daxwaza azadiya Ocalan da destpêkirin. Li vî bajarê ku navenda saziyên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ye, Kurdistaniyan û dostên wan bi poster û pankartên di destê xwe de meşiyan û li pêşiya Konseya Ewrûpayê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Otobusa Ji Ocalan re Azadî jî bi awayekî girseyî hat oxirkirin ji bo ku tûra xwe ya Ewrûpayê ya ku wê 33 rojan dest pê bike.
Doh dengê “Azadî ji Ocalan re” li seranserê bajarê Strasbourgê veda û pê jî saziyên YE´yê hejandin. Çalakiya Azadî ji Ocalan re bi banga Tevgera Jina Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewrûpa (KCDK-E) û Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re di serî de ji Elmanyayê, ji gelek welatên Ewrûpayê zêdetirî hezar Kurdistaniyî civiyan. Mîtîng li Meydana Place Kleber pêk hat û nûnerên saziyên Kurdistanî, rayedarên şaredariyên welatîbûna rûmetê dayî Ocalan û parêzerên Ocalan ên Îtalî beşdarî çalakiyê bûn.
Komplo hat pûçkirin
Di çalakiyê de ya bal kişandî ser xwe zêdebûna hejmara jinan bû. Hevberdevka TJK-E Dilşah Osman di axaftina xwe de got, “sala 1998’an ji bo Rojhilata NAvîn konsepteke nû hat amadekirin. Bi vê konseptê Rêbertiya me bi komployeke navneteweyî, radestî Tirkiyeyê hatkirin. Ev 19 sal in ku ew li Imraliyê êsîr e. Armanca wan ew bû ku miletê me dûrî Rêbertiya me bikin. Lê belê, gelê me bi berxwedana xwe ev konsept pûç kir û li dora Rêbertiya xwe civiya.” Osman got, weke jin ew ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Ocalan dewam bikin.
Hûn nikarin roja me tarî bikin
Li ser navê Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re Havîn Guneşer jî got, armanca komployê derbkirina azadiya gelên Rojhilata Navîn bûye, silav li dehhezaran kesên beşdarî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bûyî kir û wiha peyivî: “Careke din peyama hûn nikarin roja me tarî bikin hat dayîn.” Guneşer got, projeya Ocalan çarçoveya wê xêzkirî îro li Rojava ji bo gelan sîstemeke azad û bi rûmet derxistiye holê.
‘Azadiya wê azadiya me ye’
Şaredarê bajarê Martano li Îtalyayê Mavro Zacheo, ku şaredariya wê welatîbûna rûmetê daye Ocalan jî di mîtîngê de axivî û got, Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya gelan dixebite. Mavro Zacheo ji ber vê yekê got, ‘Azadiya wê azadiya tevahiya gelan e’ û ew ê ji bo azadiya wî têbikoşin.
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî got, komploya 9´ê Cotmehê bi berxwedana gelê Kurd hatiye pûçkirin, û bang li saziyên navneteweyî û Ewrûpî kir ku bi erka xwe rabin û rexne li wan girtin ji ber ku li hemberî tecrîdkirinê û komkujiyan bêdeng dimînin.

Çalakiya rûniştinê li ber Konseya Ewrûpa
paşê girseya çalakger ji Meydana Place Kleberê ber bi Walitiya Starsbourgê ve meşiya. Piştî ku ji vir Otobusa Pirtûkxaneya Azadî ji Ocalan re hat birêkirin, çalakgeran berê xwe da Konseya Ewrûpayê û li vir çalakiya rûniştinê ya bi sloganan “Libérez Öcalan“ (Ocalan azad bikin) dan destpêkirin. Ev çalakî wê 5 rojan dewam bike. Otobusa Pirtûkxaneya Azadî ji Ocalan re ji bi awayekî girseyî hat oxirkirin. Otobus wê Elmanya, Swîsre, Fransa û gelek welatên din ên Ewrûpayê 33 rojan 11 hezar kîlometreyan rê bike. Di vê çarçoveyê de Viyana, Parîs, Bruksel, Berlîn jî di navê de wê li gelk bajaran çalakî bên lidarxistin.