
Qeyûmê AKP’ê peymana bi wan re betal kir, dadgeha Tirk dika wan ji destê wan girt, lê şanogerên Kurd ên Amedê nesekinîn. Dika ku ji nû ve ji bo gel ava kirin, doh malovanî kir li lîstika wan ya yekemîn.
Hunermendên Kurd ên şanoyê bi salan di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên çand û hunerî dimeşandin. Peymana wan ji hêla qeyûmê AKP’ê Cumalî Attîla ve hat betalkirin. Ya rastî jixwe şanogeran jî nexwest bi qeyûm re bixebitin. Şanogerên Kurd di bin navê Şanoya Bajarê Amedê de zend û bendên xwe badan. Şanogera jin Elvan Koçer got, “A niha dem dema huner e” û îşaret bi lîstika şanoyê ya yekkesî roja şemiyê li Galeryayê hatî pêşnadan kir.
Şanoger ranawestin
Her çendî peymana hunermendan hatibe betalkirin jî wan rêya xwe dewam kir. Ev demeke dirêj bû ji bo cih di nava lêgerînê de bûn, ji îro bi şûn ve jî ew ê li Navenda Danûnstandinê ya Galeryayê xebatên xwe dewam bikin. Hunermendan heta niha ekîbeke ji 14 kesan ava kiriye û dê bi navê ‘Şanoya Bajar a Amedê’ di şert û mercên OHAL’ê de huner biafirînin.
Hunermend Elvan Koçer diyar kir ku di serdemeke wiha de pêwîstiya gel bi huner heye û got: “Ji bo wê pêwîstî bi meydan û dikeke alternatîf hat dîtin. Em ê bi ruhekî kolektîf li her derê hunerê xwe dewam bikin.”
Koçer da zanîn ku ev saziyeke nû nîn e, Şanoya Bajarê Amedê cihê xwe guhertiye û wiha pê de çû: “Belê me cihekî biçûk dît, lê ya girîng me bi paş ve gav neavêt. Em ê serê xwe li ber wan kesên ku hunermend ji kar avêtin û dixwazin wan bi birçîbûnê terbiye bikin, netewînin. Jixwe, huner jî ew e, fikir biafirîne û li her derê xwe ji nû ve biafirîne.” Hunermenda jin Elvan herî dawî bang li temaşevanan jî kir û ev tişt got: “Di hemû şert û mercan de em ê rêya xwe dewam bikin û em ê temaşevanan di cihê nû de pêşwazî bikin.”
AMED