DANA UMER /ROJNEWS/SILÊMANÎ
Serokê eşîra Caf, Mehmûd Kiwêxa Simaîlî Telan, li ser rola eşîrên Kurd di avakirina yekîtiya neteweyî de peyivî. Mehmûd Kiwêxa Simaîlî Telan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û got, “Di serdema Şêx Seîdê Pîran, Pêşewa Qazî û Şêx Mehmûdê nemir de roleke girîng ya eşîran hebû, ji ber ku wê demê hizb nebûn, eşîran rolê xwe hebû. Wekî eşîreta Caf li Başûrê Kurdistanê dema ku Şêx Mehmûdê nemir dest bi şoreşê kir em beşdarbûn. Piştî ku hikmê melîk nema, şoreşa sala 1958’an çêbû, rewşa Kurdistanê heta demekê baş bû. Lê piştre rewş li Kurdistanê xera bû û şoreşa Îlonê serî hilda. Di vê demê de jî eşîrên Mîrawdelî, Ako, Bilbas û Caf beşdarî şoreşê bûn. Eşîra Caf yekem eşîr bû li navçeya Çemçemal aliyê Şêwe Sor li dijî artêşa Iraqê di çeperên li pêş sekinî. Herwiha yekem şehîdê şoreşa Îlonê, mamê min Kake Hemey Telanî bû. Piştî wî, Ezîzê Hacî Necim, Ehmed Şerîf Denarî û Feqî Ebdullah şehîd bûn.”
Eşîrtî hezkirin û hêz e
Serokê Eşîreta Caf di dewama axaftina xwe de li ser rewşa eşîran got; “Eşîrtî ji peywendiyên hezkirina di navbera xizm û kesûkaran de pêk tê. Niha jî peywendiya di navbera kesên di nava eşîran de bi hêz e. Hinek caran ji ber aloziyên siyasî û erdnîgarî peywendiyên wana lawaz dibin, lê piştre dema rewş guncaw dibe careke din peywendiya wan bi hêz dibe. Gelek bê edaletî li dijî Kurdan hatiye kirin, wisan li me jî hatiye ku em li hemberî hevdû bê edaletiyê dikin. Hêvîdar im ku em tecrûbe ji dîrokê wergirin. Ji ber ku em gelekî bê piştin. Divê bê zanîn, heger ne bi yekgirtin û hevdû qebûlkirinê be, em ê nekarin tiştekî bi dest bixin. Tişta em bi dest bixin jî wê ji destê me derkeve. “