
Li bajarokê Tekye ya Çemçemal duh êvarî bi beşdarbûna çend aliyên siyasî li ser Kongreya Neteweyî ji aliyê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê panelek hate li darxistin.
Panel bi navê ‘Girîngiya Kongeya Neteweyî di îro de’ pêk hat. Di panelê de Nûnerên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê amade bûn.
Endamê Mekteba Ragihandina YNK’ê Enwer Hisên dest nîşan kir ku ji bo lidarxistina kongreya netewî niha li her çar parçeyên Kurdistanê rewşekî baş heye û got: ”Tenê li Bakurê Kurdistanê doza gelê Kurd baş pêşketî ye. Bi pêşengiya HDP’ê de. Niha li Bakurê Kurdistanê Kurd xwedî 59 kursiyên parlamentoyê ne. Lê dewleta Tirk a faşîst dixwaze bi rêya leşkerî gelê Kurd bêdeng bike û destkeftiyên Kurdan ji holê rabike.”
Ji bo berjewendiyên neteweyî
Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên jî bi bîr xist ku Ocalan ji salên 1980’an ve li ser lidarxistina kongeya neteweyî dihizre û wiha pê de çû: “Tu peywendiyên vê bi mijarên hizbitiyê ve nebû. Peywendî bi berjewendiyên neteweyî ve hebû. Ji ber vê yekê di pêvajoya dîrokê de ji bo lidarxistina kongreya neteweyî hewildan kiriye.”
Hisên destnîşan kir ku niha ji bo lidarxistina kongreya neteweyî şert û merc hatine pêş û dem guncav e û got: “Lê bersivdayîna vê erênî nebû. Nabe aliyên siyasî wiha bihizirin ji bo mijarên nakokiyên siyasî, nikarin kongreya neteweyî li dar bixin. Dibe ku ji ber destwerdena Tirkiyeyê kongre nayê li dar xistin. Ji ber ku bi eşkere Tirkiye, eger kongre werê lidarxistin wê ji PDK’ê aciz bibe. Ji ber ku PDK’ê li gel Tirkiyeyê peymana 50 salî ya petrolê îmze kiriye naxwazê navbera xwe bi Tirkiyeyê re xerab bike.”
Her wiha endamê Odeya Rojnamegerî ya Tevgera Goran Xalid Hacî Ehmed di panelê de axivî û diyar kir ku divê aliyên siyasî ji bo lidarxistina kongreyê bicivin.
‘Peywendiyên wan gelek xirab in’
Endamê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Omer Elî Qadir jî got: “Peywendiyên aliyên siyasî gelek xirab in. Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye bêaktîvkirin. Ji ber vê yekê pêwîste kar ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera aliyên siyasî bêkirin.”
AŞTÎ EHMED / SILÊMANÎ