Em gelekî herî kevn in, di warê ziman, wêje, dîrok û çandê de xwedan bingehekî xurt in, lê em bindest in. Bi dehan gelên di rewșa me de hene. Tirk hê heta sed sal berê jî wek gel nedihat nasîn, osmanî ne tirk bûn, împaratoriyeke ku pir gel di nava xwe de dihewand bû. Di dema osmaniyan de kurd bi rûmet û resen bûn, tirk (yoruk) piçûk dihate dîtin, her wisa zimanê wan jî. Lê îro ji ber ku desthilatdar tirk in, bi mîlyonan kurd evîndarê tirkbûn û zimanê tirkî ne, bi deh hezaran kurd bûnin gasikê destê koteka tirk. Tirk bi serbilindî dikujin, serjê dikin, lê xweparastina kurdan jî wek tewan tê dîtin. 

Dîroka nivisandinên hîndî ji dîroka hebûn û nivisandina îngîlîzî kevntir e, lê Hîndîstan bi dehan salan koloniya îngîlîzan bû, tev de wek koleyên ber destan bûn û niha îngîlîz mîr û zimanê îngîlîzî jî zimanê cihanê ye, Hîn bi mîlyarek șêniyê xwe ve jî ne hêzek ber bi çav e, hîndî tenê hind dizanin. 

Mînakên wiha pir in. Gelo çima yê bêwîjdan û bê merhemet ku kotekeke hovane bikartînin serdest, xwedî desthilatdarîyê ne û yên xwedanê wîjdan, merhamet, dîroka ziman û çandê bindest û perîșan in. Dema mirov bi nêrîneke hûrkolînî li rastiyan binêre, dibîne ku di xwezayê de tim diyarde û heyiyên bihêz û bê tavîz bi serketine, yên jar, melûl, bi wîjdan û merhemet jî wenda kirine. Di romana “Bextê dagirkirî” de serbazekî tirk li pey vegotina li ser kuștina dîlekî șer wiha dibêje:

“Dibe ku hin kes vê li gor zagonên şer wekî tewanekê jî bibînin, lê rastiyeke din ya şer heye; di şeran de wîjdan û gunehpêhatin melûliya herî xeternak e. Ango; divê mirov li hember dijmin bêwîjdan û bê sînorên mirovî be! Yekê gunehê xwe bi dijmin, yan jî dîlê dijmin bîne, wenda dike! Serkeftina bav û kalên me di vê têgihîştinê de veşartiye!.“

Dewletê ji bo bênavber pêkanîna vê bêwîjdanî û bêmerhemetiyê; ne tenê hin partiyan û hêzên ewlekariyê; hêzên sîxwir, hêzên tarî, hêzên fașîst, hêzên îslamîst, hêzên propogandîst, hêzên ajanên bandorî, hêzên vir û boblatan afirandine, hêzên mafyayî, glaudiyo afirandiye van giștan wek diranê yek çerxekê bikartîne. Dema mirov li butçeya wan a veșartî dinêre, dibîne ku butça veșartî ji ya tê zanîn zêdetir e. Ev di nava piraniya dewletan de wiha ye. 

Tevgera Azadî wek tevgereke mirovanî li ser dad û wekheviyê hîmê xwe daniye, jiwê ji bo wê wîjdan û merhemet li pêș her tiștî ye. Bi dîtina min divê êdî wekî dewletekê tevbigere, her cûre amûrên bikane vê pergala bêbext wergerîne, biafirîne. Davê hin hêzên xweserên veșartî hebin, daku carnan bikane li hemberê dijminê dirinde bi bêwîjdanî tevbigere.

Divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku wendakirina me, rastê ewqas belayan hatina me hinek jî di humanîzma hz. Zerdeșt de veșartiye. Eger Zerdeșt jî xwe wek nûnêrê xwedê nîșandayîba û tu tolerans nîșanê baweriyên din neda, dê niha li tevahiya cihanê ew serdest ba. Lê wî mirovî wîjdan, merhemet, dilhelûkî hilbijart û nexwest mêșekê jî biêșîne. Manî jî wisa bû. Lê baweriyên li sêkoșa Qudus-Yêmen- Misir (cihûtî, xiristiyanî, muslimanî) bê xwe her bawerî û rawestan wek kafirtî û tiștê dij xwedê destnîșankirin û ji bo têkbirinê çi ji destên wan hat, bi kotekê pêkanîn, lema jî baweriyên serdest in.

Ev cihan hê jî ji wîjdan û merhemetê re ne amade ye, wek vê gotina kurdî “Zor gizêrê radike!” tevdigerin. Bi baweriya min divê em li ser vê mijarê hinek bifikirin, daku em êdî komkujiyên wekî ya Enqerê nejîn.