Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ew dema ku heta hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê maye, têra amadekariyan nake.
Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê doh li ser mijara hilbijartinên serokatiyê civiya. Piştî civînê, berpirsê komîsyonê Şêrwan Zirarî di civîneke çapemeniyê de got, ew dema ku li pêşiya komîsyonê heye ji bo lidarxistina hibijartinan, kêm e.
Şêrwan Zirarî wekî din got, lê eger Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hilbijartinan bi israr be, ew ê hilbijartinan organîze bikin û di nava du rojên li pêşiya wan de jî bersiva serokatiya herêmê bidin.
Zirarî her wiha got, ji ber ku komîsyon nû hatiye avakirin heta niha tiştekî wê tine, ne karmend hene, ne bûdce.
Goran doza sîstema parlemanê dike
Parlamenterê tevgera Goranê Bêstûn Faîqgot, divê erk û wezîfeya Serokê Herêma Kurdistanê bê sînordarkirin. Faîk destnîşan kir ku hilbijartina serokê herêmê jî di parlemanê de rêbaza herî rast e.
Faîk der barê mijarê de weha peyivî: "Weke Tevgera Goran, em rast dibînin ku herêm bi sîstema parlemanteriyê bê birêvebirin. Li gorî me, heta 20'ê Tebaxê derfetên hilbijartina serokatiyê nîne. Ji xwe komîsyonê jî daxuyaniyek di vî warî de da. Li gorî me ya rast ew e ku bi guhertina qanûnan re erk û wezîfeya serok bê bisînorkirin û serok di nava parlamenê de were hilbijartin."
HEWLÊR