KCK: “Niha dema azadkirina Rêber Apo ye. Li ser esasê hilweşandina faşîzmê, divê têkoşîna demokratîzekirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê were xurtkirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn bidawîkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê got, “Parêzerên Rêber Apo diyar kirin ku di 22’ê Gulanê de li hevdîtina bi Rêber Apo re Rêber Apo gotiye, çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê bes in û gihiştine armanca xwe. Li ser vî esasî çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgeh, derveyî welat û Kurdistanê diyar kir ku wan çalakiyên xwe bi dawî kirine û çalakgeran bal kişand ser wê yekê ku heta ku faşîzm were hilweşandin û Kurdistan were azadkirin, têkoşîn û berxwedana xwe ew ê bi rêyên cihê bidomînin.”

KCK´ê di serî de pêşenga pêngava berxwedanê Leyla Guven, hem berxwedêr ji ber çalakiya wan a serketî pîroz kir û ji bo bibîranîna şehîdên vê pêngavê jî wiha dewam kir: “Em rêhevalên xwe  Umît Acar, Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Medya Çinar, Zehra Saglam, Yonca Akici, Sîrac Yuksek Mahsûm Panay yên di pêvajoya greva birçîbûnê de çalakiyên fedaî li dar xistibûn, bi hurmet bi bîr tînin.”

KCK´ê dayik silav kirin

KCK´ê bal bire ser berxwedana dayikên Laçik Spî jî û got, “Di têkoşîna şikandina tecrîdê de dayikên me yên laçik spî li ber xwe da û em wan bi hurmet silav dikin. Em soza xwe dubare dikin ku hesreta wan a Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk wê pêk were. Daxwaza edalet û azadiyê ya dayikan li Kurdistan û Rojhilata Navîn wê pêk were. Wijdanê dayikên me, li ser vê axê wê bibe çanda bingehîn.

Dayikên me û zarokên wan ên di girtîgehan de, gelê me yê li Kurdistan û derveyî welat, Tevgera me ya Azadiyê û gerîlayan diyar kiriye ku wê li hemberî tecrîdê bi giyanekî fedaî li ber xwe bidin. Heta ku tecrîda li ser gelê Kurd were şikandin û faşîzma qirrker were têkbirin têkoşîna me wê bidome.”

KCK´ê di daxuyaniya xwe de got, êdî diyar bûye ku tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelên Tirkiyeyê ye û wiha dewam kir: “Hêzên demokrasiyê yên cihanê, nivîskar, hunermend û ronakbîran li hemberî tecrîdê helwêsta xwe diyar kir û piştgirî da têkoşîna şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê.”

Bi têkoşînê avakirina tevgera civakî

KCK´ê bi bîr xist ku hevdîtinên bi parêzer û malbatan re mafekî hiqûqî û gerdûnî ye û li ser mijarê fikrên xwe wiha anîn ziman: “Desthilatdariya heyî ji bo ku zêde teşhîr nebe, ev hevdîtin da kirin. Desthilatdariya AKP’ê bi van hevdîtinan xwestiye ji bo hilbijartina li Stenbolê sûdê wergire, lê gelê me baş dizane ku ev têkoşîn li dijî vê desthilatdariya tecrîdker e.

Li hevdîtinên bi parêzeran re derketiye holê ku xet û helwêsta siyasî ya Rêber Apo ji bo çareserkirina doza Kurdan û demokratîzekirina Tirkiyeyê roleke diyarker e. Her kesî dîtiye ku bi rabûna tecrîdê re Rêber Apo wê karibe di vî warî de rola xwe pêk bîne. Ji bo ku Rêber Apo karibe rola xwe pêk bîne, divê têkoşîn bênavber were domandin.

Rêber Apo bi gotina,´Mahatma Gandhî bi grevên birçîbûnê re têkoşîna civakî jî geş kiribû´ geşkirina têkoşînê daniye holê. Diyar kiriye ku têkoşîn wê bi avakirina tevgereke civakî û bi encam bibe.”

Tecrîdê derbeke mezin xwar

KCK´ê ji ber vê jî îşaret bi wê yekê kir ku bi dawîbûna grevên birçîbûnê, dewama têkoşînê bi rê û amûrên nûye û wiha daxuyaniya xwe bida wî kir: “Ji ber vê jî bi bidawîkirina grevên birçîbûnê divê têkoşîn bi rê, amûr û metodên nû were kirin. Bi rêya siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana Azad bi têkbirina faşîzmê dikare pêk were. Heta ku faşîzm neyê qelskirin, tiştên ku Rêber Apo qala wan dike, pêk nayên. Ji ber vê jî divê têkoşîna ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ di nav civakê de bê belavkirin û hêzên demokrasiyê bikevin nav vê têkoşînê.

Hatiye diyarkirin ku tecrîd nayê qebûlkirin û derbeke mezin li şertên domandina tecrîdê hatiye xistin. Niha jî divê Rêber Apo were azadkirin û li ser esasê hilweşandina faşîzmê, divê Tirkiye were demokratîzekirin û têkoşîna azadkirina Kurdistanê were xu kirin.”

 

  ANF / BEHDÎNAN