
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş ji girtîgehê jî hewldanên xwe yên ji bo azadî, aştî û demokrasiyê dimeşîne. Di her derfetê de bi peyamên berxwedan û israra di demokrasî û azadiyê de tîne ziman. Herî dawî Demirtaş bi helbesteke ku ji girtîgehê şand hestên xwe, baweriya xwe ya ji bo têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê anî ziman.
Helbesta Demirtaş wiha ye:
“Carna sar dibe ev der
Dema dora qerisînê
tê min
Yek bi yek pevyên pûç dişewitînim
Herî zêde jî
Dema bêhêvîtî dişewite
Dilê min germ dike
Wê hê baştir bibe
Hê bedewtir
Tu jî keştiyan bişewitîne
Hê bedewtir bişewitîne.”
AMED