Ji mêj ve ye, kêşeya Kurdî, yan jî têkoşîna doza Kurdan gihîştiye qonaxa çareseriyê. Lê digel vê yekê jî bi salan e ku deriyê çareseriyê venabe. Êdî her kes dibîne û dibêje ku ev kêşe maka hemû kêşe û arîşeyan e li Tirkiyeyê. Îro diyar dibe ku di sala 2011’an de hinek hevdîtinên girîng hebûne, wê demê em ji devê deriyê çareseriyê vegeriyane.
Tiştekî din jî xuya dike; her du aliyan jî ev derfet û delîveya çareseriyê baş bi kar neanîne. Niha her du alî jî yek û du sûcdar dikin. Ji bo her du aliyan jî têra xwe hincet û argûman hene. Ji bo AKP’ê mirov gelek tiştan bibêje, lê tiştê herî xuyanî û zelal bazirganiya wê ye. Rêveber û rayedarên AKP’ê bazirganên jêhatî ne, heke di karekî de ji bo xwe xêr û bêrê bibînin, dê erênî nêzîkî wî tiştî bibin, lê kengî ku kara xwe tê de nebînin, dê destên xwe ji wî tiştî vekişînin. Îcar jî wisa bû, heta radeyekê pêvajo bir, piştre qey hêvî tê de nedît, ji xwe re tê de xetere dît ji bo vê yekê destên xwe bi şûn ve kişandin.
Ev li aliyekî, lê em aliyê Kurd, em bi rastî li gorî pêdiviya dem û heyamê tevgeriyan? Bi kirin û gotinên xwe me karî pêdiviyên dem û heyamê bi cih bînin. Hewldan û hemleyên me çendî xizmeta çareseriyê dikir? Divê em li serê baş bifikirin. Ez bi xwe bi dilekî aram û dilxweşî nikarim bibêjim, “Belê em li gorî pêdivî û pêwîstiyên demê tevgeriyan û me li cihê pêwîst gavên rast û pêwîst avêtin.” Na mixabin, pirî caran kirinên me û gotinên me hev negirt. Hin caran me nedipeht û me digot, hin caran jî me diçirand, lê nedidûrit.
Em dîsa hatin li ber şet û robarekî sekînin, em ê xwe li avê biqelibînin û derbas bibin an jî em ê rûnin li benda kelek û keştiyan bimînin. Dîsa gaveke beravêtî ya dewletê li pêşberî me ye, dîsa gaveke ku dewlet dixwaze bê seyd û nêçîrê bike. Li hemberî vê seyd û nêçîrê, li hemberî vê gava xapînok û xeniqok, em ê çi bikin? Xuya ye, em ê dîsa bibêjin em vê gavê qebûl nakin, dîsa dê hinek hevalên me daxuyaniyan bidin çapemeniyê û vê neçîrê şermezar bikin, lê piştre ew ê bi xwe herin di serê wê govendê de xwe bihejînin. Rewşa M. Batgî û Osman Xunav bînin bîra xwe.
Hevalên me yên mamoste yên ji her kesî zêdetir, daxuyaniyên tûj bidin, lê ji her kesî re bibêjin, “Meçin, serî li waneya vebijêrkî nedin, lê dê bi xwe biçin li wan dibistanan mamostetiya zimanê Tirkî bikin, zarokên me asîmîle bikin.” Di Konferansa Ziman a Neteweyî de Mihemed Malmîsanij gotibû, “Heke Tevgera Kurd hemû têkiliyên xwe bi dewletê re qut bike û li ser wê bingehê bibêje, ‘Em TRT-6, beşên ziman û wêjeya Kurdî” napejirînin, ew helwesteke rast e, lê heke wisa nebe, tu wateya helwesta li hemberî TRT-6 û beşên Kurdî nîn e.” Ez bi xwe jî li ser heman baweriyê me.
Lewma jî divê em biryara xwe bidin, an em ê bi rastî jî heta ku ev dewlet mafên me yên demokratîk û însanî û aştiyeke birûmet bipejirîne em ê hemû têkiliyên xwe pê re qut bikin, an jî em ê van gavên beravêtî bikin bingeha têkoşîna ji bo gavên rasteqîn. Ji her du riyan divê em riyekê bineqînin. Êdî mafê me tune ku em xwe û civaka xwe bixapînin.
Heke em wekî birêz Leyla Zana di vê hikûmetê û serokê wê Erdogan de hêviya çareseriyê dibînin, divê em jî bibêjin, “Têrê nake, lê belê!”, lê heke baweriyeke me ya wiha nîn e û wekî Selehattîn Demîrtaş dibêjin, “Kesên ku ji vê hikûmetê bawer dikin safik in!” divê em têkiliyên xwe bi vê pergalê re qut bikin. Biryara di vî warî de pir girîng e. Heke em tercîheke şaş bikin, dibe ku em zerarê bidin xwe û doza xwe. Lewma jî divê li ser vê yekê Kurd civîn, komcivîn û nîqaşên berfireh bikin, bigihêjin encam û biryarekê.