Wênesaz Ramazan Îlter dibêje  ji zarokatiyê ve çêkirina wêneyan lê peyda bûye û wiha dipeyive: “Wêneyê min ê ewil gundê me yê bi darê zorê em jê hatim koçandin, Çattepê bû. Min ev wêne jî diyarî bavê xwe kir ku ew her bi hesreta gund bû.” 


Di serdema dewleta Tirk gund dişewitandin de Ramazan Îlter û malbata xwe jî ji aliyê leşkeran ve ji Gundê Çattepê yê girêdayî Misirca Sêrtê, di 1995’an de bi darê zorê tê derxistin û li Êlihê bi cih dibin. Dema tên Êlihê, Ramazan Îlter wê xeyala xwe ya zarokatiyê ya wêneçêkirinê bi çûyîna qursekê pêk tîne. Îlter ê travma, êş û azarên ji zarokatiyê ve di bi wêneyan xêz dike wiha dibêje: “Bila mirov li koka xwe xwedî derkevin. Divê mirov bibêje ji ku hatim ez ê biçim kuderê, divê qet koka xwe winda neke û zîndîkirina çand û jiyana Kurdî ji bîr neke, ji xwe çanda me pir dewlemend e, loma pêwîste em berê xwe nedin hin aliyên din.” 



Gundê xwe xêz dike


Îlter diyar kir ku, meyla wî ya wêneyan ji zarokatiyê ve tê û vegot: “Min di tabloya xwe yî ewilîn de, gundê xwe yî em bi darê zorê jê hatin koçandin, yê min lê ciwantiya xwe nejiya xêz kir. Dema bavê min tablo dît pir hestiyar bû. Dest bi vegotina cihên li gund kir. Xêzkirinên wêne nîşan dida û digot, ‘Mala me li vir bû, li vir ev tişt qewimî.’ Yanî yeko yeko bîranîn vegotin. Min jî ew tabloya xwe ya ewil diyarî bavê xwe yê her bi hesreta gund bû kir. Ew jî heta mir her li wî wêneyî dinihêrî.” 


Bandora heza welêt, heza axê 


Îlter balê kişand ser jiyana gund ya hezkirin, hevgirtin û komunalî û diyar kir: “Di jiyana bajar de jî mirov ji vana dûr dikevin. Dema ji jiyana bajêr aciz dibim, wêneyan çêdikim. Wêne jiyan e û dema çêdikim êşên xwe ji bîr dikim. Dema xebateke serkeftî çêdikim, ev ji bo min dibe cihê moraleke baş. Di xêzkirinên min de bandora heza welat, heza axê zêde ye.” 



Serpêhatî jî xêz kiriye


Îlter derbarê wêneyê serpêhatiyekê xwe de dibêje: “Ev wêne jî ji dema zarokatiyê maye. Dema zarok bûm, ji hêla Mêrdînê sefarên suryanî dihatin gundê me. Sefarên di biharê de dihatin, li ber agirê êzingan quşxane û sîtilên me yî reşbûyî ên ji sefarê paqij dikirin. Ev wêneyê min çêkiriye, salê carekê dibû. Dema biçûk bûm di bîra min de maye.” 



Bi bandoreke payîzî


Îlter anî ziman ku, pêkanînên di demên dawî de bandoreke payîzî li ser kiriye û wiha behsa wêneyekî xwe dike: “Min hewl da gundekî rûxandî xêz bikim. Min ew gund wek Laleşê nîşan da. Payîzeke xemgîn bi ser xwemaliya jina Kurd de hatiye. Min bi sekn, cudahî û kincên wê îdealîze kir. Jina Kurd her tiştî heq dike. Hem fidakar e, hem dayik e, hem jî li hemû qadên jiyanê pêşeng e.”


 ÊLIH