Siyasetmedarê Kurd ya Başûrê Kurdistanê Ethem Barzanî li ser nîqaşên derbarê bidawî hatina şerê çekdarî ya PKK’ê de bersivên ajansa nûçeyan a Roj Newsê da.


Gelo ji bo gelê Kurd parastineke hevbeş çima çênabe? 

Ew qehremantî û berxwedaniya ku kur û keçên kurd li hemberî DAIŞ’ê li Kobanê kirin bû sedem ku ne tenê kurd li her çar parçeyan şanaziyê pê bike, hemû cihan bi Kobanê şanazî kir. Bi taybet berxwedaniya jinan li Kobanê ji me, roja me ya îro û dahatûya me re cihê serbilindî û serfiraziyê ye. Kobanê destanek nivîsand.  Bêguman herçiqas di navbera hêzên pêşmerge, gerîla û şervanan de yekbûnek çêbibe, ewqas hêz û quweta gelê kurd jî çend qatî û zêdetir dibe.

Hêviya min jî ewe ku em ji helwestên xwe yên teng ên hizbayetiyê derkevin. Ya herî girîng divê ji bo me ew be ku em tekoşîn û xebatê ji bo azadiya kurdan bikin. Ger ez nekaribim xwezî û hêviyên azadîxwez yê gelê kurd ku bi salane tekoşîna wê dike, bi cih bînim, wê demê partîbûna min ji bo çiye? Ger yekgirtina di navbera Başûr, Bakûr, Rojava û Rojhilat de nebe, wê demê partîbûn ji bo çiye û gelo me partî bi kîjan armancê damezrandiye. Mijara netewî ji hertiştî ji bo kurdan girînge.Niha dibêjin Kurdistana Iraqê, Tirkiyê, Îranê û Sûriyê wê demê mirov vê pirsê dike gelo Kurdistana kurdan ku ye? Ez hêvî dikim piştî ewqas sal êdî kurd jî bikaribin wek hemû gelên cihanê li ser axa xwe bi azadî jiyan bike.

 

Kongreya neteweyî demek dirêji di rojevê de ye. Birêz Ocalan beriya niha bi caran name şandin ji birêz Barzanо û Mam Celal re .Gelo dema yektitiya neteweyî hê nehatiye?

 Di destpêka pirsa xwe de te navê dost û hevalê min yê hêja Kak Ebdullah Ocalan anî. Ez hêvî dikim ku birêz Ebdullah Ocalan jî wek tekoşer û serokekî kurd di demek nêz de azad bibe. Ez hêvî dikim ku ew azad bibe û di nava gelê xwe de tekoşîna xwe berdewam bike. Kongerya netewî bingeha tekoşîna azadiya kurdane. Ne niha pêwîst bû ku her di destpêka xebat û tekoşîna kurdan de kongreya netewî bihata damezrandin. Kongra netewî îro pêwîstiya herî esasî ya kurdan û Kurdistanê ye. divê hemû alî û partiyên kurdî mjara kongreya netewî bikin mijara bernameya xwe ya herî sereke. Ger aliyên siyasî nekaribin di demek kurt de di kongreyek netewî de li hev bicivin ev yek ji bo kurdan zirar û darbeyek mezine.

 

Birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de 10 xal destnîşan kir. Ger ev yek bê qebûl kirin birêz Ocalan wê bang li PKK’ê bike ku kongreya xwe lidar bixe û PKK tekoşîna çekdarî ya li hember Tirkiyê bidawî bîne, hûn vê çawa dinirxînin?

 Her nêrîn û fikrek cihê rêz û hurmetê ye. Bi baweriya min hêj dem ji bo danîna çekdayîna PKK’ê nehatiye.Ger ev bangawaziya birêz Abdullah Ocalan ji bo bidawîbûna şerê çekdarî be, wê bi şertekî be ku yê li hember jî çeka xwe dayne. Ez doza rewa ya gelê kurd di wê qonaxê de nabînim ku pêwîstî bi çek nemabe û dest ji çekan were berdan.

Ger proseya aştiyê li bakûrê Kurdistanê bigihêje encamê û hevpeymanek jî di navbera gelê kurd û dewleta Tirkiyê de çêbe lê dîsa pêwîstî bi çekdayînê nîne. Ger wisa ne çima dewleta Tirk daxwaza çekdayînê dike û zagoneke wisa çênake ku hêzên çekdarî yên kurd bikaribin wek hêza parastinê cihê xwe bi fermî bigirin. Kurdan li Bakûr ji kêfa dilê xwe re çek ranekirine, ji bo ku xwînê birijînin ev çek ranekirine, ev çek çeka parastinê ye.Kurdên Bakûr wek tirkên çiyayî dihatin naskirin, kesî îtiraf bi hebûna kurdan nedikir. Kurdan li hemberî zilm û asîmîlasyonê çek rakirin. Çawa ku pêşmerge di destûra Iraqê de ciheke fermî girt, li Bakûr jî pêwîste proseya heyî di çarçoveyek bi vî rengî de be û hêzên çekdarên kurdî jî bikaribin bi fermî cihê xwe di nava zagonê de bigrin. Çeka di destê gerîla de li Bakûr parastina axa Kurdistanê dike. Pêwîst e têgeha çek bi başî were naskirin û di çarçoveyek zagonî de were pênase kirin.

 

Bi nêrîna we Kurd wê di hilbijartinan bakûrê Kurdistanê de encamek çawa bidest bixin?

 Bêguman li bakûrê Kurdistanê bidestxistina her dengekî ji bo yek armancê ye. Ez daxwaz dikim ku kurdên me li dora hêz û partiyên xwe kom bibin. Partiyên din dema dixwazin kurd li gel wan cih bigire, ev tenê propagandayeke hilbijartinê ye û ne tiştek din. Ez hêvî dikim kurd bi hevre piştgiriya aliyên siyasî ên kurd li Bakûr bike. dayîna her dengekî ji bo partiyeke derveyî partiyên kurdî guneheke û her dengek ji bo partiya xwe jî dengeke ji bo doza azadiyê.

 

Dema serokatiya birêz Mesud Barzanî bidawî dibe.Herêma Kurdistanê di rewşek aloz de ye, hûn vê çawa dinirxînin?

 Bi rastî jî şerek li ser me hatiye ferzkirin. Her wiha di warê aborî de jî bi hikûmeta navendî re alozî berdewam dikin. Serokê herêma Kurdistanê birêz Mesud Barzanî di heman demê de pêşmergeyeke ku îsal tam dibe 52 sal ku çeka pêşmergetiyê li milê wî ye. Vî mirovî hemû emrê xwe di eniyên herî pêş de ji bo parastina axa xwe derbas kiriye. Kes nikare vê dîrok û rastiyê jinedîtî ve were. Birêz Mesud îro jî pêwîstiyeke ji bo herêma Kurdistanê. Lê rastiyên din jî  hene ku divê mirov ber çav bigire. Birêz Barzanî ji bo ku em bigihêjin van rojan ku destûr, parlamen û welatek me hebe, kedek mezin da. Ya herî girîng ew e ku divê destûrek ji bo herêmê hebe. Pêwîst bû ev destûr berê bihata çêkirin. Ez xistina serokatiya birêz Barzanî di nava çarçoveyek zagonî de jî rast nabînim û bi caran jî dijî vê yekê derketime. Ji ber ku ew hêjayî vê yekê nîne ku di vê çarçoveyê de were pênasekirin. Ez kesayeta wî di asta serokekî wek Mandela de dibînin.Dîrokeke tekoşîn û xebata wî heye, çi ez behsa bikim yan nekim, çi ez binivîsim yan nenivîsim jî dîsa her ev rastî di holê de ye.

 

Pirsek taybet ji bo we, hûn wek zanyarek kurd ji bo dema pêş dixwazin bi aktîf tevlî siyasetê bibin?

 Naxwazim vekirî bêjim lê ez nikarim bêjim ku ez tam ji siyasetê dûr ketime. Ger ez rojekî ji vê xebatê dûr bikevim, ez nikarim bijîm. Dema ez nekaribim xizmeta gel û Kurdistanê bikim hebûn û tinebûna min wê wek hev be. Yan jî wateya hebûna min namîne. Lê dîsa jî ger pêwîst bike ezê di vê xebatê de cih bigrim.


MUSTEFA DELEN/KAROX REWANDÛZΠ/ ROJNEWS