
Her herêm cûda ye
Li Kurdistanê cil û ziman corekî berevanîkirin û parastina Kurdan bûne di serdemên cuda de. Hîç gelek li Rojhilata Navîn û herwiha li ser asta cîhanê jî wek Kurdan ne xwediyê cilên hewqasî rengîn û cor bi cor in, wek mînak li bajarekî wek Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê bi dehan corên cil û bergên Kurdî hene ku her yek ji wan taybet e bi hoz û eşîretekê, lê hemû jî Kurd in, lê pir ji hev cuda ne. Her eşîret û mezheb an hozek ku bi zaravayekî cuda ji zaravayên din ên Kurdî diaxife, cilên wan jî cuda ne. Wek mînak; Cilên Kelhorî, Caf, Hewramî, Qelxanî û Lekan ji hev cuda ne. Cil û bergên Sincawî, Bawecanî yan Hecêcî û Newsûdî naşibin hev. Herwiha cilên Kurdî yên Îlam û Loristan ligel cilên Kirmanşan û Sine yan Urmiyê ji hev cuda ne. Di asteke bilindtir de jî her parçeyekî Kurdistanê di warê cilan de çendîn corên taybet bi xwe hene.
Cilên jinan rengîn in
Corên cilên jinên Kurd rengîn û ji yên mêran zêdetir in, herwiha ligel wan cilan tiştên ciwankariyê gelekî tên bikaranîn. Cilên Kurdî hejmarek bawerî û nerînên dîrokî yên Kurdî jî li xwe digirin, ku nîşana hizra bav û bapiêrên me ye derbarê jiyan û cîhanê de. Li Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Îlam, bi taybet jinan, cilên sor li zarokên biçûk nedikirin ji ber zarok dê bi cilên sor ciwantir xwiya bike û neku çav pêvedin!. Loma di nav cilên şîn de dipêçan û şînok li ser eniya wan didanîn. Herwiha cilên zer li zarokan nakin û li gor wan rengê zer rengê nexweşan e.
Têkiliya bawerî û kincan
Yek ji kulturên din ên cilên Kurdî, ew derziya xilqandî ye ku keç û jinên Kurd li ser sînga xwe dideynin. Gelek caran derzî li qumaş û cilên zarokan jî dihat danîn. Di nav stran û folklora Kurdî de jî derziya ser sînga jinan, reng vedaye. Ew derzî li ser şûnwarên qedîm ên Kurdî û bi taybet li ser cama zêrîn a Hesenlû ku tarîxa wê vedigere 8 hezar sal berî niha, hatiye neqişandin. Heta niha jî jinên bi temen di wê baweriyê de ne ku ew derzî mirov ji cinan û hêzên esmanî diparêze û digotin bi vekirina derziyê cin ji mirov dûr dikevin. Xelkê Îlam rojên şemme, duşem û çarşemê wek rojên bêqidoş bo kirîna cil û bergan dibînin û zêdetir rojên pêncşeme, în, yelşeme û sêşemê qumaş dikirin.
BASNEWS