Dema gotin tê ser azadiya Kurdan û serxwebûna Kurdistanê, av disekinin. Pêşî dewletên dagirkerên Kurdistanê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî şer li dijî Kurdan îlan dikin. Piştre hemû dewletên Misilmanan bi yek devî dibêjin, em li dijî azadî û serxwebûna Kurdan in. Li pey ku dewlet li dijî serketinên Kurdan derdikevin, êdî gelên wan dewletan jî dibêjin, heke Kurd bibin dewlet, dawiya dinyayê dê were û nabe ku Kurd bibin xwedî maf. Hemû nakokiyên xwe yên olî û îdolojîk, hemû siyaset û partiyên cuda, hemû mezhebên cuda nakokî û dijberiyên xwe didin aliyekî û li hemberî Kurdan dibin yek. Ev dewlet, ol, mezheb û hêzên cuda tenê di dijberiya Kurdan de têne gel hev û bi yekdevî li dijî Kurdan dipeyivin. Êdî dev ji zimanê xapandinê ber didin û bi zimanê qirrkirinê dest bi strana xwe dikin. Çepgir, komunîst, faşîst, Îslamîst û sosyal demokrat, hemû ferqîyetên xwe yên siyasî û îdeolojîk didine aliyekî û bi hev re êrîş dikin. Hin dibêjin, ev tiştên ku Kurd dixwazin projeya emperyalîstan e, hin dibêjin ya siyonîstan e û hin jî dibêjin ya hemû kafirên li ser rûyê cîhanê ye. Û bi bêşermî dibêjin azadî û serxwebûna Kurdistanê projeya parçekirina "Umeta Îslamê" ye. 22 dewletên Ereban hene û 57 dewletên gelên Misilman hene "Umeta Îslamê" parçe nekirine. Lê heke Kurd bigihin azadiyê û dewleta xwe ava bikin "Umetê" parçe dikin. Ji vê derew û bêwijdaniyê mezintir çi heye? Ev derdor bi qasî dewletên xwe bêwijdan û zalim in. Heta vê gavê yek dewleta Misilman, yek alimekî Îslamê, yek serokekî Îslamî negotiye azadî û serxwebûn mafê Kurdan e jî. Lê dema ku dipeyivin hemû dibêjin, em xwişk û birayên hev ên "Umetê" ne.
Heke dewletên wan têkiliyên xwe bi dewletên ne Misilman re çêkin, baş e. Ne xayîntî ye li dînê Îslamê û ne xulamtiya emperyalîzimê ye. Lê ku Kurd bikin, xulamtiya emperyalîzimê ye û kafiriya di ser kufirê re ye. Li gorî wan tenê mafê Kurdan xulamtî ye, bindestî û bêstatuyî ye. Ji bo vê, heta ji wan tê rê li ber têkiliyên Kurdan bi dewlet û gelên din re digirin. Naxwazin ku Kurd ji wan pê ve bi ti sazî û dewletên navneteweyî re têkiliyan çêkin. Dema ku Kurd hevpeymanên siyasî yan jî eskerî bi hin cihan re çêdikin, berpirsên van dewletên dagirker mîna conegayê Spanî yên ku potê sor dibînin li wan tê. Girîz ji dev û pozên wan diherike, hiş ji serê wan diçe û tenê êrîşî potê sor dikin.
Divê êdî dost û dijminên Kurdan baş zanibin ku Kurd ne Kurdên berê ne. Kurdên nû hem tifaqên xwe bi hemû cîhanê re çêdikin û hem li tifaqa nav xwe digerin. Her ku diçe Kurd ji vê dijberiya li hemberî xwe ibretê digirin û tifaqa xwe çêtir çêdikin. Kurd êdî dizanin ku dijmin ji bêtifaqiya wan cesaretê digirin û naxwazin tifaqa wan çêbe.
Dibe ku netewebûyîniya Kurdan li gorî netewebûyîniya Tirk, Ereb û Farsan ji ber hin sedeman derengtir, bi pêş ketibe. Lê êdî netewebûna Kurdan ji ya wan gelekî çêtir û li ser bingihê ku hemû mirovahî jê re rêzê bigirê, bi pêş dikeve. Kurd bi nirxên serdema nû yên hêja ketine rêya netewebûnê. Kurdan demokrasî, mafên mirovan ên takekesî û kolektîf, azadiya jinê, azadî û wekhevî kirine nasnameya netewebûna xwe. Ev dihêle ku netewebûyîniya Kurdan û yekîtiya neteweyî li ser bingehê demokrasiyê bi pêş bikeve. Êdî Kurdên xwedî nêrînên cuda, xwedî olên cuda, xwedî partiyên cuda têne gel hev û li ser tifaqê dipeyivin. Şêwirên neteweyî li dar dixin û dîtinên xwe li ser çareseriyê ji hev re dibêjin. Dizanin ku netewebûn karekî zihniyet û zanebûneke hevbeş jê re divê. Kurd li çar parçeyê Kurdistanê û hemû cîhanê bi hev re di nav hewildana yekgirtina neteweyî de ne. Her çiqasî hêzên dagirker Kurd ji aliyê erdnîgariyê ve parçekiribin jî, dilê wan bi hev re lê dixe. Bi vê kelecana ku Kurd kar dikin, yekîtiya neteweyî dê bi ser bixin. Bi vê xebatê cudabûyînên civaka Kurd jî dê kêm bibin û tiştên hevbeş dê nêzîkî hev bibin. Ji ber vê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt, Kurd bi awayekî cewherî li gorî rêgezên (prensîpên) demokratîk beşdarî gofûgoyan dibin.
Lê neyar jî rehet nasekine û bi hemû karîna xwe ji bo pêşiyê li pêşketinên Kurdan bigire, dixebite. Berê hinekî sergirtî dijberî dikirin weke ku neyarê tevgera bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê ne û dostê başûrê Kurdistanê ne xwe nîşan didan. Bi serkeftinên rojava û referanduma başûr re derket holê bi qasî neyarê Bakur, Rojhilat û Rojava ne, ewqasî neyarê Başûr in jî. Yanî kurt û Kurmancî, hemû dagirker, neyarên Kurd û Kurdistanê ne.
Lê bila hemû dost û dijminên Kurdan hesabên xwe baş bikin û vê baş zanibin, ev cara pêşî ye ku Kurd xwe ji fersenda hatî re amade kirine. Ji bo ev fersend ji destê wan neçe, xabatê dikin. Êdî ne li xulamok û Beko Ewanên ku nanê xwe ji nakokiyên hêzên Kurdî dixwin, guhdarî dikin û ne jî şêwr û tifaqên xwe didine paş.