Parlamentera HDP’ê ya Êzîdî Feleknas Uca projeya xweseriya demokratîk a Meclîsa Şengalê nirxand û got, biryar dîrokî ye. Uca anî ziman ku dem ew dem e divê Şengal ji nû ve bê avakirin û bang li her kesê azadî xwaz kir da ku xwedî li Şengalê derkeve.
Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê di 20’ê Tebaxê de projeya Xweseriya Demokratîk îlan kir. Parlamentera HDP’ê ya Feleknas Uca ev projeya Xweseriya Demokratîk û azadbûna Êzîdiyan nirxand. 
Uca biryara xweseriya demokratîk wekî gaveke dîrokî û bi nirx pênase kir, got, ev hêj biryareke derengmayî ye û wiha peyivî: “Dewletên serdest her tim xwestin Êzîdiyan bê statû bihêlin. Lê ev biryar dîrokî ye. Heke Êzîdiyan hêzên çekdarî rêxistin kiriba, fermana 3’yê Tebaxê pêk nedihat. Dem hatiye ku gelê Êzîdî êdî biryara avakirina paşeroja xwe bide. Dive di parastina Şengalê de gel biryarê bide.” 




‘Civaka Êzîdî bingeha Kurdistanê ye’


Uca diyar kir ku li Şengalê jiyan ji nû ve tê avakirin û wiha pê de çû: “Di milê çand, civak, jin û ciwanan de meclis hatin avakirin. Ya herî girîng parastina bi pêşengiya jinê ye. Êdî piştgirî ji biryarê xwe re hewce nîne, divê her kes xwedî li biryarê derkeve. Ji dîrokê ve gelê Êzîdî li ser erdnigariya Mezopotamyayê bi komkujiyan re rû bi rû ye. Civaka Êzîdî bingeha Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê biryar projeya xweseriya demokratîk a Şengalê dîrokî ye.”




‘Divê Bexda û Başûr biryarê nas bikin’


Uca ji bo ji nû ve avakirina Şengalê jî banga xwedî derketinê, li tewahiya cîhanê kir û Hikumeta Başûrê Kurdistanê hişyar kir: “Êzîdî li dijî çeteyên hov têkoşiyan û azadiya xwe misoger dikin. Ji ber wê, dive rêveberiya Hikûmeta Başûr û ya Bexdayê biryarê nas bikin. Ji bo azadiya Êzîdiyan dive mafên wan bên qebûlkirin. Heta îro Êzîdî bê statû hatin hiştin. Baas û Seddam jî Êzîdî bê statû hiştin, rêveberiyên Hikûmeta Başûr û Bexda jî Êzîdiyan bê statû dihêlin. Dive êdî ev biryara xweseriya Êzîdxanê bê naskirin.”


 AMED