Li Wanê, bi germbûna rojê re amadekariyên biharê dest pê kirin. Welatiyên li Taxa Xaçortê ya navçeya Riya Armûşê dijîn, bi germbûna rojê re li baxçeyên mala xwe dest bi danîna kulîlk û şitlan, kesaxtina daran kirin an jî ber darên xwe mer didin. Hamit Demir ê 70 salî yê ku bi salan e di her biharê de li baxçeyê xwe heman amadekariyê dike, li baxçeyê xwe tevî neviyê xwe dixebite. Demir ê ku dema karê xwe dike û tecrûbeyên xwe radigihîne neviyê xwe yê li cem wî ye wiha dibêje: “ Em axa bêkêr û nebatên li dorê radikin. Bi vî awayî darên ku nû nû kulîlkan vedikin, hîn bihêztir û sihetir fêkiyan didin. 70 sal in bi axê bextewar im.”  


 WAN