
Dr. Zekî Gul ku ji salê 1990’î û vir ve grevên birçîbûnê dişopîne diyar kir, ji bo her kesê di greva birçîbûnê de ye asta krîtîk diguhere, lê piştî roja 50’î êdî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dest pê dikin. Gul got, di rojên navbera 60 û 80 de, dibe ku pirsgirêkên gelekî giran rû bidin.
Serokê berê yê Odeya Tabîban a Îzmîrê Zekî Gul, di bin sîwana Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) de ji sala 1995’an û vir ve li qada mafên mirovan dixebite. Gul, ji salên 1990’î û vir ve grevên birçîbûnê dişopîne. Dr. Gul grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên 87 girtiyên li 9 girtîgehan nirxand.
Dibe ku pirsgirêkên cidî derkevin
Zekî Gul anî ziman, divê rewşa her kesekî tevlî greva birçîbûnê bûye cuda bê nirxandin û diyar kir, bi taybetî piştî roja 40’î, di bedenê mirovan de komplîkasyonên cidî û xisarên veger jê nîne, hatiye tespîtkirin.
Dr. Gul diyar kir, ji ber nexweşiyên çalakgeran ên beriya destpêkirina greva birçîbûnê, her çalakger ji aliyê bedenî ve di asta wekhev de dest bi çalakiyê nakin, lewma dema asta krîtîk ji bo her kesî cuda ye.
Gul destnîşan kir, di roja 50. a greva birçîbûnê de pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rû didin û wiha dewam kir: “Pêwîste hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî zêde bibin. Piştî roja 50’î, di sîstema norolojîk de pirsgirêk dikarin derkevin, ku vegera jê nîne. Bi taybetî, di salên 1990’î, 2000’î û piştre de gelek tecrûbeyên rojiya mirinê li vî welatî çêbûn. “
Dr. Gul anî ziman, ku ji wan re tê gotin, vîtamînên pêwîst ji çalakgeran re nayê dayîn û diyar kir, ew hêvîdar in ev agahî şaş be. Gul got, “Di greva birçîbûnê de mirov heta radeyekê şekir û glîkozê digirin. Daneyên li ser rêya vê yekê girîng e. Weke TTB me rêjeya ku divê bê dayîn, ji girtîgehan re şand. Lê belê divê ji parêzer û malbatên çalakgeran re jî ev agahî were dayîn.”
‘Divê em bikevin nava hewldanan‘
Gul destnîşan kir, ku piştî roja 50’î êdî asta rûdana nexweşiyan dest pê kiriye û got, di dema navbera rojên 60 û 80’î de dibe ku pirsgirêkê gelekî giran rû bidin. Gul wiha dewam kir: “Ji bo başiya welêt, divê em bikevin dewrê. Eger zerar li yekî bê, yek jiyana xwe ji dest bide, encamên vê yekê wê hilweşîner be. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, tenduristiyê weke hevgirtina bedenî, ruhî û civakî pênase dike. Ev yek girîng e. Eger em li gorî vê pênaseyê tevnegerin, em çiqasî tenduristiya xwe baş bibînin jî, ev yek wê ne rast be. Eger ev yek bi hilweşînekê biqede, eger bi xisara li bedena bi sedan mirovî biqede, em ê nikaribin qala başiya civakî ya vî welatî bikin. Em nikaribin qala başiya xwe bikin.”
DBP: Em deng bidin grevên birçîbûnê!
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “AKP li Kurdistanê û Tirkiyê ji mêj ve ye ku li ser civakê polîtîkayên çewisandin, tundî, radestgirtinê pêk tîne. Vê polîtîkayê li zindanan jî pêk tîne. Ev polîtîkayên AKP’ê êdî hatine radeyeke wiha ku gefê li jiyanê dixwin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji 15’ê Tîrmehê ve hikûmeta AKP’ê qanûnan ji nedîtî ve tê û bi biryarnameyên Rewşa Awarte dixwaze welêt bi rê ve bibe.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Bi mebesta polîtîkayên rûmetşikîn ên hikûmetê, şertên girtîgehan û polîtîkayên tercîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, li 8 girtîgehan 26 jê jin tevahî 96 girtî ketine greva birçîbûnê. Wiha diyar e ku hikûmeta AKP’ê bi êsîrgirtina Kurdan û siyasetmedarên wan, bi polîtikayên zilmê tola xwe nehilaniye ku li zindanan jî zext û êşkenceyê dike û dixwaze kîn û nefreta xwe nîşan bide.
Gelê Kurd ê bi rûmet û dostên wan li dijî van kirinan bi dehan salan e ku hem li hundir û hem li derve di her şert û mercî de şerê xurt ê bêhempa û vînê nîşan daye û li dijî polîtîkayên radestgirtinê li ber xwe daye.
Îro jî girtî li dijî polîtîkayên AKP’ê weke berdewama berxwedana zindana Amedê ya dîrokî û bêhempa, li dijî polîtîkayên faşîzan weke her arê di her şert û mercî de bi rengekî bêhempa li ber xwe dide. Girtî li dijî radestkirinê û bêvînkirinê ya li zindanan û li derve bedena xwe didine ber mirinê û li dijî polîtîkayên AKP’ê li ber xwe didin.”
‘Em xwedî li çalakvanan derkevin‘
DBP’ê bi berdewamî wiha got: “Em bang li hemû raya giştî ya bihistyar, rêxistinên mafê mirovan, baro, Saziyên Civakî, li sazî û dezgehan dikin ku bibin dengê berxwedana zindanan û ji bo ku daxwazên girtiyan bi cih bên deng bidin berxwedanê.
Peywira me ya herî sereke ye ku di zûtirîn demê de em xwedî li greva birçîbûnê derkevin ku hatiye rewşeke krîtîk ji bo ku daxwazên wan pêk bên berpirsyariya xwe ya bi cih bînin. Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku li pêş greva birçîbûnê ya zindanan bihistyar bin û xwedî lê derkevin.”
OZGUR AYDIN / ANF / ÎZMÎR
Parastina Kurdî jî qedexe kirin!
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ya ku bi daxwazê dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bidawîbûna operasyonên li ser gundên Kurdan û pêkutiyên li ser zindanan hatibû destpêkirin di roja 22'yemîn de berdewam dike. Girtiyên di grevê de bi riya parêzeran dest nîşan kirin ku, ger daxwazên wan bi cih neyên ew ê greva xwe veguherînin çalakiya bê dem û dorveger.
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin wergirtin, bi OHAL'ê re pêkûtî zêdetir bûne û ev nêzîkê 9 meh in hemû aktîvîteyên girtiyan yên civakî tên astengkirin. Her wiha bi tevlîbûna leşkeran bi ser qawîşên wan de jî tê girtin û di lêgerînê de amûrên ji kantîna girtîgehê hatine wergirtin jî hatine desteserkirin.
Dîsa hat ragihandin ku rêveberiya girtîgehê, di demên dawîn de cezayê dîsîplînê li gelek girtiyan biriye û her wiha li li Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê de parêziya bi Kurdî jî li girtiyan qedexe kirine. Li ser vê em li îdareya girtîgehê geriyan, lê rayedaran diyar kir ku der barê mijarê de ew nikarin biaxivin û agahiyan bidin.
ŞIRNEX