Şehadeta keça wî hestê nivîsandinê li gel wî ava dike. Bîranîn û helbestên keça xwe di pirtûkên xwe de parve dike. Telal Şêx ji niştecihên taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ye, bavê 3 kur û 6 keçan e. 

Telal xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistanên bajarê Qamişlo qedandiye û paşê xwestiye ku peymangehê bixwîne lê ji ber rewşa aborî demekê dest ji xwendina xwe berda. Tela sala 1991’ê zewiciye û li rex mamostetiyê, karê bazirganiyê jî dikir. Telal di nava jiyanê de hertim dixwest ku heskirina welat di dilê zarokên xwe de ava bike. 

Keça wî Zekiya (Zelal Muzir) di 26’ê Kanûna 2013’an de dema ku 18 salî bû, tevlî nava refên Hêzên Parastina Gel (HPG) bû. Piştî du salan keça wî şehîd bû. Telal şehadeta keça xwe Zelal bi serbilindî pêşwazî kir. Gelek bîranînên keça wî gihan ber destê wî û ji ber wê xwest ku pirtûkekê li ser şehîdan binîvisîne.  Şehadeta keça wî careke din ruhê helbestê di dilê wî de nûjen kir. Telal dibêje, ew ê di demeke kurt de hemû berhemên xwe yên nivîskî çap bike û bi xwendevanan re parve bike. 


ANHA / QAMIŞLO