Fûara Pirtûkan a Stenbolê li Tirkiyeyê fûara herî mezin e. Bi sedan weşanxane û saziyên sivîl di fûarê de berhemên xwe pêşkêş dikin, danasîna xwe  dikin. Îsal 34'emîn car dê Fûara Pirtûkan a Stenbolê di 7 mijdarê de dest pê kir û wê heta 15 mijdarê berdewam bike. 

Fûara ku ji aliyê TUYAP'ê hate lidarxistin temaya îsal "Mîzah: Bi bişirînê mirov li jiyanê binêre" ye. Mêvanê Rûmetê yê îsal Tan Oral hatiye hilbijartin û wekî Welatê Mêvan ê Rûmetê jî Romanya hatiye diyarkirin. Di fuarê de dor 750 weşanxane û saziyên sivîl standê vekirin. Wê di fuarê de nezî 300 çalakî jî bê lidarxistin. Nivîskarên ku bi beşdar dibin, pirtûkên xwe îmza dikin. 


J&J, Hîva û Sîtav

Îsal li gorî salên derbasbûyî weşanxaneyên Kurdî zêde tevli fûarê nebûne. Aram, Avesta, Ava, J&J û hwd tevli fûarê bûne û bi pirtûkên xwe balê dikişînin. Yek ji weşanxaneyên Kurdî ku gerînendeya wê ya giştî lêkolîner û helbestkar Azad Zal dike di fûarê de bi standa xwe balê dikişîne. Weşanên J&J’ê li Salona 2’yan û Standa 2105 D’ê ji bo xwendevanên Kurdî pirtûkên yek ji yeka din balkêştir pêşkêş dike. J&J’ê standa xwe bi Weşanên Hîva û Sîtavê re parve kiriye. Weşaxaneya Hîvayê ku bi tenê pirtûkên ji bo zarokan çap dike balê dikişîne, heta niha zêdetirî 4o pirtûkan çap kirine. Dîsa Weşanxaneya Sîtavê ku gerînendetiya wê Qahir Bateyî dike jî bi gelek berhemên xw eve di standa J&J’ê de ye. Ji bilî pirtûkên kevn J&J’ê çend pirtûkên nû jî ji bo vê fûarê amade kirine. Ji bilî pirtûkan J&J bi rojên îmzeyan dibe pir adi navbera nivîskar û xwendevanan de. Gerînendeyê Giştî yî Weşanên J&J’ê Azad Zal jî din av de gelek nivîskar û helbestkar pirtûkên xwe îmze dikin. 


Eleqe baş e

Gerînedeyê Giştî yê Weşanên J&J’ê Azad Zal anî ziman ku eleqeya ji bo fûarê baş e û vê yekê bi encamên hilbijartina 1’ê mijdarê re girêda. Zal diyar kir ku gel ji bo ku stresa 1’ê mijdarê ji ser xwe biavêje û deşarj bibe dawiya hefteyê eleqeyeke baş nîşanî fûarê daye. Zal bi lêv kir ku raxbeta ji bo pirtûkên Kurdî jî baş e. Der barê profîla xwendevanên Kurdî de jî Zal ev tişt gotin: “Her wekî hûn jî dizanin Stenbol di warê gelheyê de bajarê herî mezin a Kurdan e. Kurdên li vir dijîn jî eleqeyê nîşanî standên weşanxaneyên Kurdî didin. Nemaze jî Kurdên ku dixwazin hînî zimanê xwe bibin. Bala hin ji wan zêdetir li ser pirtûkên rêzimanî û ferhangan e. Bala hin ji wan jî li ser pirtûkên ku xîtabî hest û dilînên wan dike. Ango li aliyekî ferheng û rêziman li aliyê din helbest, çîrok û roman.” 


 STENBOL