Em mirov xwedî gelek jiber û ezberan in. Her kes ne afirîner e. Hinek peyda dikin û ji yên din re dibêjin. Carna musîbetek mîna nesîhetekê bi serê mirovan de tê û rêyeke rohnî dide ber wan. Belkî mirov bi xwe, bi serê xwe bi salan bi ser ve nebûna. Dîroka mirovatiyê bi mînakên welê tijî ye. Di van rojan de ku em şahidê wan in, û mîna beşekî filmên tirsnak xuya dike, şewba koronayê gelek jiberên me xira kirin. Ji liv û lebatên me yên bi salan, em hînî wan bûne ta bi awayê gelek karên me weke berê nabin û nameşin. Em neçar dimînin wan biguherin. Belkî carna em li van guherîn û veguherînan nafikirin û derfet çênabe em dêhna xwe bidin wan.

Ez ê weke endamekî ragihandina azad îro hewl bidim bala xwe bidim ser guhertinên di ragihandina me de û belkî jî divê em li ser guhertinên hewce bifikirin. Di dema pêvajoya şewbê de ku hê jî didome, gelek kar û xebat di nava sînorên teng de hatin kirin. Gelek kes ji cihê lê dimînin, an jî ji mala xwe beşdarî xebatan bûn. Gelek kesan bi serê xwe li ser tevna medya civakî weşanên bi deng û dîmen kirin. Bi ya min ev weşan têra xwe serketî bûn. Lê bivênevê mirov li ser hinek kêmûkurtiyan difikire û dixwaze wan kêmasiyan ji holê rake.

Min bi xwe li gelek ji van bernameyan temaşe kir û kêfa min ji wan re hat. Ji ber ku mirov di van bernameyan de zêde ne fermî bûn û serbest diaxivîn. Ango di nava qalibên fermî de nefetisîbûn. Bi vî awayî jî gelek tiştên ku em li ser dikên fermî nabihîsin, me li van platforman bihîstin û dîtin. Bi gotineke din, em xwe û civakê li wir dibînin. Kêm be jî hinek kesan bi kamerayên telefonên xwe yên destan skêç û stran çêkirin. Bi ya min hin ji wan gelek serketî bûn. Bi vî awayî me dît, bi kêm derfetan çawa berhemên hêja têne afirandin. Careke din isbat bû ku di afirandinê de ji derfetan zêdetir daxwaz, hewldan û eşqa ji bo huner çiqasî diyarker e.

Di televîzyonan de jî me dît, bernameçêker û mêvan her du li mala xwe bi hev re dikarin bernameya xwe çêkin. Ev hemû tiştên baş in. Ev nîşanî me dide, bêyî ku em hêzê hemû li deverekê kom bikin, em dikarin mîna şaneyên rêxistinkirî û belkî bi hezaran şaneyên mîna yên mêşên hingiv ragihandineke dewlemend saz bikin. Belkî li vir hewcedarî bi hêzeke rêxistinkirinê heye. Ya din, di van weşanan de hinek kêmûkurtî hene. Yanî pêdivî bi hostatiyê heye. Ji bo vê jî mirov dikare di weşanan bi xwe de dersan bide. Mirov dikare di weşanan de li ser nûçe, bernameçêkerî û teknîkê, hinek agahiyan bide. Mînak nûçeyek çawa tê amadekirin, çawa tê ragihandin an jî çawa mirov beşdarî bernameyekê dibe û heta kamera xwe ya telefonê divê çawa eyar bike; çawa li ber bisekine. Bi ya min, divê mirov mîna ragihandina dewletdar nebe, mîna ragihandina gel tevbigere û derî heta dawiyê vekirîbin. Bila her kes perwerde bibe. Ma ne, ragihandina me ji bo perwerdeya civakê ye.

Erê, weke min gotî musîbetek dikare ji hezar nesîhetî bi bandortir hînker be, lê hewce nake, em li benda musîbetê jî bimînin. Em dikarin pêşbîn bin û berî ku zivistan bê û berf derî asê bike, divê em xwe kar bikin û bi tevdîr bin. Guhertin di xwezaya mirov û civakan de heye. Lê ya girîng ew e, ne ku musîbet me biguherînin, divê em bi xwe karibin pêşiya xwe bibînin, bi pêdiviyên xwe bihesin û li gorî wê guhertinê bikin. Eger mirov bi ber bayê xelkê bikeve û biguhere, ew nabe guhertin. Jixwe, mirov li guhertinên wisa hayil jî nabe, bi ber dikeve diçe û ji kirasê xwe derdikeve, dikeve kirasekî din. Guhertina mirov jê re bibêje ew guhertin e, û bi xêr e; bi destê mirov bi xwe ye.