ROZANA DADO / ANHA/ HELEB

Siyasetvanên jin ên pêkhateya Ereb ên bajarê Helebê li ser kiryarên dewleta Tirk yên li Rojava û bakurê Sûrî peyivîn.

Endama rêveber a Buroya Birêxistinkirina Jinan a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) a bajarê Helebê, Foziye Ebdulhenan diyar kir ku Tirkiye dixwaze siyaseta dema Osmanî li Sûriyê dubare dike û got, “Tirkiyeyê bi dagirkirina Sûriyê ji bilî xizanî, nezanî û wêranbûnê tiştek din bi xwe re neaniye.”

Xewnên berê dibînin

Endama MSD’ê ya Helebê, Fatme El-Hisêno jî got, “Çawa dewleta Osmanî bi dagirkirina herêmê re di nava hemû pekhateyan de tevlihevî belav kir, niha jî heman tiştî dewleta Tirk dike. Dewleta Tirk heman siyasetê li Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê bi rêya ferzkirina xwendina bi zimanê Tirkî li dibistanên wan herêman, hildana alên Tirkiyeyê û danûstandina bi lîreyên Tirkiyeyê dimeşîne.”

Jinan xwe azad kir

Endama Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Paşerojê ya Sûriyê, Sebîhe Efaşe jî got, “Tirkiye ji her awayî zilmê li şêniyan dike. Zeviyên wan desteser dike û tê de baregehên eskerî ava dike. Lê gelê herême ne yê berê ye. Bi taybet jinên Ereb gelekî bipêşketî ne û bendên ku mafên wê qeyd dikirin, şikandine. Jinên Ereb êdî serî li hember binpêkirinên Tirkiyeyê netewînin û nahêlin azarên jinan yên di dema Osmaniyan de ji nû ve vegerin.”