NAV-DEM'ê bang li hilbijêrên li Ewropayê kir, ku dengê xwe bi kar bînin. Di daxuyaniyê de bi taybetî ji jin û ciwanan hat xwestin, ku di hefteya dawî de roleke mezin bilîzin. Pêkhateyên NAV-DEM'ê yên Bakurê Elmanyayê, civîna xwe ya du mehan carekê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Berlînê pêk anî. Xala bingehîn a rojeva civînê, hilbijartin bû.


'Ji AKP'ê rizgar bibin'

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya NAV-DEM'ê Leyla Laçîn û Ebûzer Bîlenler piştî civînê daxuyaniyek dan. Laçîn û Bîlenler diyar kirin ku ew rêjeya tevlîbûna gel a li dengdayînê bi hesasiyeteke mezin dinirxînin û di warê tevlîbûnê de ew ê pêngavekê bidin destpêkirin. Laçîn û Bîlenler gotin, "Em xwedî girseyeke rêxistinbûyî ne. Vê girseya rêxistinbûyî di pêvajoya Kobanê û Şengalê de berxwedaneke mûezem nîşan da û xwe gihand raya giştî ya cîhanê. Em hêvîdar in ku di vê pêvajoya hilbijartinê ya krîtîk de wê gelên me xwedî li HDP'ê derkevin û ji bo bicihanîna wesiyeta şehîdên aştî, azadî û demokrasiyê yên li Enqereyê hatin qetilkirin, pêngavekê bidin destpêkirin."

Di daxuyaniyê de, ji bo rizgarbûna gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ji AKP'ê, bal hat kişandin ser girîngiya hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê û hat gotin, "Em nikarin destûrê bidin ku AKP erdnîgariya me ya qedîm veguherîne xirbeyekî". Di daxuyaniyê de bang li hemû saziyên endam hat kirin ku bi hemû hêza xwe, di hefteya dawî de hilbijêran bibin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.


Girîngiya hefteya dawî

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "HDP, yekane alternatîf e ku gel, bawerî bi cihêrengiya xwe dikare bibe xwedî biryara jiyanê. Ji ber vê yekê, bêyî li benda wezîfedarên hilbijartinê bisekine divê gel bi xwe xwe bi rê ve bibe û tevlî hilbijartinê bibe. Serketina HDP'ê ji aliyê morala civakî ve gelekî girîng e. HDP, li hemberî tarîtiya bi destê AKP'ê hatiye afirandin, ronahiya azadiyê ye. Bi taybetî em hêvîdar in ku jin û ciwan wê di vê hefteya dawî de roleke mezin bilîzin."


Li Munster û Salzburgê dengdayîn

Li bajarê Munsterê, ku yek ji 13 navendên dengdayînê yên li Elmanyayê ye, ji bo dengdayînê elaqeyeke mezin hebû. Bi hezaran kesên danê sibehê saet di 09:00´an de li ber Konsolosxaneyê kom bûn, ji bo dengdayînê ketin rêzeke dirêj. Û dengdayînê heta danê êvarê saet 21:00´an dewam kir.

Girseya gel a li Munster, Osnabruck, Bielefeld û derdora wê, bi karwanên maşînan, otobus û trenan hat û herikî ber bi cihê dengdayînê ve. Bi taybetî girseya gel a bi otobusan ji Bielefeld, Gutersloh û Osnabruckê hat, ji aliyê HDP'yiyên li ber Konsolosxaneyê ve bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin. Li ser navê Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê Tahîr Koçer daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku ji bo dilsoziya bi şehîdên Enqereyê re divê xelk dengê xwe bide HDP'ê.

Li cihekî 100 metre dûrî Serkonsolosxaneya Munsterê konê têkiliyê yê HDP'ê heye. Kon wê heta 25'ê Cotmehê roja dawî ya dengdayînê vekirî be.

Li bajarê Awustûrya Salzburgê, hilbijêr doh tevahiya rojê li ser sindoqan bûn. Ji saet 14:00´an heta saet 21:00´ê, hilbijêrên HDP'yî li binê baranê bi saetan sekinînin û dengê xwe bi kar anîn.


Li Holandayê şeva piştgiriya HDP'ê

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo destekkirina HDP'ê dewam dikin. Li bajarê Holanda Utrechtê, bi beşdariya Parlamenter Alî Haydar Konca şeveke piştgiriyê hat lidarxistin. Şev ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Holandayê (HAK-DER) ve hat organîzekirin.

Parlamenter Alî Haydar Konca di axaftina xwe ya li vir de bibîr xist ku li bajarê pîşesazî û kedkaran Kocaeliyê, bi saya dengên ji Ewropayê wan di hilbijartinên 7'ê Hezîrane de parlamenterek qezenc kiriye. Konca diyar kir ku dengên ji Ewropayê gelekî girîng in û got, "Ji ber vê yekê, ez bi xwe parlamenterê we me."

Konca da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê li ser serê gelan bûne bela û yekane hêza li dijî van çeteyan têdikoşe Kurd in. Konca destnîşan kir ku li Rojava vîna gelan li ser desthilatdariyê ye. Konca ragihand, ku yên li Enqereyê komkujî kirine ew kesên çeteyên DAIŞ'ê xwedî dikin e û anî ziman ku têkçûna çeteyan a li Rojava, wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî dubare bibe.


'CHP nêzî daxwazên me nabe'

Li ser navê HAK-DER'ê Fîlîz Çaglar Selçûk jî da xuyakirin ku HDP 'ala piştgiriyê ya hemû bindestan' e. Selçûk diyar kir ku CHP'yiyên li benda dengê Elewiyan e, di civînên bi wan re lidar xistî de, xwe bi ti awayî nêzî daxwazên Elewiyan nekiriye.

Piştre li ser navê komîsyona jinê ya HAK-DER'ê Zarîfe Çalişkan, li ser navê koma şoreşger a sosyalîst Tayfûn Yasîn, li ser navê Ciwanên Azad Amsterdam Delal Serhad û Hasan Ozdemîr li şevê axivîn. Ji ber meha Mûharrem e, Pîrên Elewî, yên li Kerbela û Enqereyê hatin qetilkirin, bibîr anîn.


Li Marsîlyayê seferberî 

Di hefteya dawî de wê li Marsîlya û derdora wê ji bo HDP'ê seferberî hebe

Li gorî agahiyên Koordînasyona HDP'ê ya Başûrê Fransayê dayî, ji bo birin û anîna bi hezaran hilbijêrên HDP'yî ber bi Konsolosxaneya Marsîlyayê ve, ew ê seferber bibin.

Hat ragihandin ku endamên navenda civaka demokratîk a Kurd ên li bajarên mezin ên Başûrê Fransayê, ji bo hemû hilbijêran heta 25'ê Cotmehê bibin ser sindoqan, wê bikevin nava hewldanên mezin. Xebatkarên van navendan ên li bajarên Marsîlya, Marîgnan, Montpeîller û Dragûîgnanê, wê heta 25'ê Cotmehê li nava mal û kargehan bigerin û hilbijêran ji bo dengdayînê îqna bikin.

Ji bo hilbijêr karibin bi hêsanî biçin konsolosxaneyan wê wesayîtên şexsî bi awayekî komî bên plankirin. Der barê mijarê de Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê daxuyaniyek da û anî ziman ku ew dixwazin di nava hefteyekê de hemû hilbijêrên li herêma Konsolosxaneya Marsîlyayê ne, bibin ser sindoqan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku mîna 7'ê Hezîranê wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî HDP li Marsîlyayê bibe partiya yekemîn.

Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de beşdariya li Marsîlyayê ya ji bo dengdayînê ji sedî 47 bû û ji sedî 57 ê hilbijêran dengê xwe dabûn HDP'ê. 


NAVENDA NÛÇEYAN