‘Dema qeteh tije bû jê dirjê”, Ev gotina bapîr û dapîrên me weke ku ji bo komekujiya Cizîrê hatibe gotin bi rastî jî qedeha zûlûmê ji mêj ve tije bûye, serve jî çûye. Ya ku li Cizîrê hat kirin zirveya komkujiyane û bi rojan li ber çavê hemû cihanê pêk hat. Lê wer xûya dike kêra zilmê ne gihiştiye hestiyê me hemûyan. Bi heftane ku dengê zilmê ji Cizrê, ji dengê nerazîbûnê bilindtir e. Ev jî rewşa me Kurdan û bê wîjdaniya hêzên navneteweyî nîşan dide. Nîşan dide ku dewletê çi bi serê mirovê Kurd aniye. Eger di bin zexta zêde an teqîn an tepisandin be wê demê dibê vê carê jî li hemberî vê zilmê teqîna civakê biqewime û ti rêyeke din jî nîne. Her tişt di ziravî de diqetê, lê zilm di stûrî de diqetê. Hikûmeta AKP’ê û ekîba qatil Erodgan û Davudoglû biryara xwe dan û pêktînin. Biyara gelê Kûrd jî berxwedane lê weke jinên Ekwador çawa dor li Erdogan û ekîba wî teng kirin, divê li her derê ev tîma kujer û qatil dor li wan werê tengkirin. Hikûmeta AKP’ê mirov navê wê lê bike ‘hikûmeta deriyê paşî’ şaş nîne. Kurdan û dostên wan li pir cîh diplomasiya şer ya AKP’ê xera kirine. Mînaka wê li London û Quito ye ku ji ber protestoyan rayedarên AKP’ê naçar man di deriyê paşî re derkevin derve. Rûyê AKP’ê ji bo Kurdan û dostên wan zelale lê yê AKP’ê ser piyan dihêle hêzên berjewendîperest ên navnetewî û Kurdên hevkar in ku hemû hêz û îlhama komkujiyê ji wan digirin. Nexwe çima li welatê xwe dema pisîkek di qulikêkî de asê dimênê mîna şovê hemû weşanên xwe yên zindî dixin tevgerê, heya rizgar dikin. Lê bi heftane kesên ku dibin êriş û dorpêçê de bûn hatin qetilkirin.

Ya ku li Cizîrê hate kirin ne tenê komkujiya Kurda ye. Mirovahî ye ya li wir hate qetilkirin. Ev rûreşiya Yekêtiye Ewropa, dadgehên wan ên derewkarin û saxtekarên sedsala 21’ê ne. Ma Raporterê Yekêtîye Ewropayê Katî Perî negot; ”Dewleta Tirkiyeyê mafê xwe parastina li hemberî terorê heye?” Dema Joh Baiden çû Ankara negot; “PKK û DAIŞ wek hev in”? Van daxûyanî û nêrînan hêz da dewleta Tirk ji bo pêkanîna komkujiyê û berpirsiyarê yekemîn jî ew in. 

Yê zelal ewe ku gelê Kurd ji bilî berxwedaneke sertaser (topyekûn) ti rêyek din li pêşiyê ne maye. Ev berxwedan divê her kes tevlî bibe û bi gotinên pûçbûyî yên aştî û muzakereyê neye xepandin. Ev dû gotin li cem dewleta Tirk û AKP’ê nebûye û ne jî dibe. Van pir zêde ji aliyê gelê Kurd hatin bikaranîn lê dawî tenê komkujî kirin para wê. Ez qala encamên wê nakim. Piştî 24 salan ji ber ku encamên wê ne li gorî serhildana bihara 1991 ya gelê Kurd li Başurê Kurdistanê dema kêr gehişt histî yaî li rejîma Seddam, bi carekê derket û bi jin, zarok, ciwan, kal û pîr Kurdistanê ji hêzên rejêmê paqijkirin. Çiqasî hêzên navnetewî jî li gorê berjewendiyên xwe bikaranîn lê îrade li dij rejîmê biserket. Kes heye ji bîr bike ku di bînaya emînyeta Silêmanî ku bi “emine sureke” tê naskirin bi salan jinan dihatin tecawizkirin, Kurd  dihatin dardakirin û îşkencekirin. Lê dema qedeha Kurdan tije bû gel bi carêkî rabû û piştî 3 rojan şer bi sedan cesedên tîmên taybet, serbaz û gardên komarî hatin derxistin. Ji ber ku wan bi vê zimanê bi gel re dipeyvîn û gel jî ji bilî vê zîmanê ti rêyeke din nedît. Gel nîşan da  dema qedeha wan tije bibe, çewa dirije.

Biharê rasteqîn a gel bi berxwedana 40 salan a Têkoşîna Azadiyê ya gelî Kurd deye. Dem hatiye ku bihareke sertaser dawî li vê zilmê bîne. Bi komkujiya Cizîrê re kêr bi zêdeyî jî ketiye ser hestî û qedeha Kurdan ji mêj ve tije bûye; ev yek divê ne tenê bi axaftin lê di piratîkê de werê nîşandan.