
Endamê Desteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku AKP li pêşberî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd têk çûye û got, “Dem ew dem e; bi êrîşên taktîkî, derb li AKP’ê bê xistin, faşîzm ji hev bê xistin û serketin bê bidestxistin.”
Kalkan da xuyakirin, ku taybetmendiyên bingehîn ên qirkirina li dijî gelê Kurd tê ferzkirin, di pêkanînên li Îmraliyê de tên dîtin û got, “Ev pêkanîn ne tenê li hemberî Rêber Apo ye. Nîşaneya qirkirina gelê Kurd e.” Kalkan diyar kir ku ya li Îmraliyê tê kirin sûc e û eger ev yek li sîstemeke demokratîk a cîhanê rû bida, wê hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk ji sedî sed li dadgehên navneteweyî bihatina darizandin.”
Ji îmralî agahî tune!
Kalkan bi bîr xist, ku ev 5 sal in parêzer, 13 meh in jî malbat û parêzer nikarin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin û weha hişyar kir: “Yên Îmraliyê bi rê ve dibin, divê zanibin, berpirsyarî li ser milê wan e. Wê qat bi qat hesabê karên xwe yên neyînî bidin. Eger li vî welatî wê aştiyek di navbera Kurd û Tirkan de pêk were, yekane kesê vê pêk bîne Rêber Apo ye.”
Faşîzm wê bi ser nekeve
Dûran Kalkan berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê weha nirxand: “Êdî wê bi tenê berxwedana li bajaran nebe, wê têkoşîn li çiyê, deşt û bajaran bidome. Wê ne tenê berxwedana xweparastinê be, gerîla, gel, siyaseta demokratîk, raya giştî ya demokratîk, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê wê bi hev re li ber xwe bidin. Êdî wê ne tenê li hemberî êrîşan parastin hebe; pozîsyona êrîşa taktîk dest pê dike. Têkoşîna li qadekê derbasî asta têkoşîna li hemû qadan dibe. Faşîzma AKP’ê çi dike bila bike, wê nikaribe li pêşiya serketina vê qonaxê bibe asteng. Wê nikaribe pêşiyê li serketina pêngava mezin a şoreşa xweseriya demokratîk bigire. Faşîzma AKP’ê were têkbirin, şoreşa xweseriya demokratîk a li Kurdistanê wê bi serketinê bê tacîdarkirin.”
Pêwistiya guhertina taktîkê
Endamê Desteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji bo rê û rêbazên têkoşîna ji niha û pê ve jî got, “Dem ew dem e, ku bi êrîşa taktîkî derb li AKP’ê were xistin, faşîzma AKP’ê ji hev bê xistin, bê têk birin û serketin were bidestxistin. Lewma beriya her tiştî divê di rêbaz û taktîkê de guhertin were kirin. Berxwedana bi tenê li pişt xendek û bendan serketinê naafirîne. Pêwîst e faşîzma AKP’ê li tevahiya Kurdistanê bi erdê re bibe yek û bi vî rengî serketin were bidestxistin. Pêwîst e hemû hêzên berxwedêr bi vî rengî têbikoşin û bikevin pozîsyona têkoşîna aktîf.”
Hewldanên girtina meydana siyasetê
Endamê Desteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li ser mijara rakirina destnedana parlamenteriyê ya li dijî HDP’ê jî axifî. Kalkan got: “Betalkirina parlamenteriya HDP’yiyan sedemeke şer e. Girtina wan şer e, qedandina siyasetê ye û weke xeta yekane, hiştina şer e. Lewma divê HDP bi xwe û her kesî li hemberî vê li ber xwe bide. Hemû hêzên şoreşger demokratîk, divê li dijî vê êrîşkariyê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Li ser bingeha siyaseta demokratîk li ber xwe bidin, bi hemû rê û rêbazên meşrû li ber xwe bidin. Di berxwedana li dijî faşîzmê de divê hemû çeper bên bikaranîn.”
Kalkan da xuyakirin, ku ev berxwedan ji aliyê gel ve hatiye destpêkirin û got, “Divê bê xurtkirin. Eger destnedan bê rakirin, wekîlên HDP’yî bibin dadgehê û bixwazin wan bigirin, wê demê divê gel bi gotina ‘dest nede vîna min’ dest bi berxwedaneke berfireh û bi bandor bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN