
Piştî amadekariyên demdirêj operasyona rizgarkirina Mûsilê ya bi pêşengiya hêzên Kurd û artêşa Iraqê û piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya li dij DAIŞ’ê doh dest pê kir. Piştî bombebarana ku pêr dest pê kiribû doh serê sibehê hat ragihandin ku qonaxa duyemîn a operasyone; tevgera bejayî dest pê kiriye. Ji hewa û bejahiyê ve noqteyên DAIŞ’î lê bi cih bûne, tên bomberankirin. Di roja destpêkê de hêzên Kurd herî kêm 8 gund rizgar kirin.
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Abadî bi daxwuyaniya ku da televizyonê, starta operasyonê ragihand. Abadî destnîşan kir ku tenê hêzên artêşê û polîs wê bikevin navenda bajêr. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku destekê didin operasyonê ragihand ku bi operasyona Mûsilê re têkoşîna li dij DAIŞ’ê gihiştiye qonaxeke girîng û bi rizgariya Mûsilê re wê têkçûna DAIŞ’ê ya li Iraqê misoger bibe.
Ala Iraqê wê were çikandin
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Abadî bi destpêkirina operasyonê re tevî rayedar û peyebilindên artêşê derkete pêşberî kamerayan û mîzgîniya operasyonê ragihand. Ebadî di daxuyaniya xwe de got, “dema serkeftinê hat, operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir“. Abadî bang li gelê Mûsilê kir ku piştgiriya artêşê bikin û axaftina xwe bi gotina, “Sala 2016’an wê bibe sala perçiqandina serê DAIŞ’ê û wisa wê derbasî dîrokê bibe.“
Ji sê baskan ve tevgera bejayî
Di operasyonê de ku bi bomberdûmanê dest pê kir, 30 hezar leşker cih digirin. Her wiha hêzeke sereke ya operasyona rizgirkirina Mûsilê jî Kurd in. Hêzên Kurd û pêşmerge beşdarî tevgera li 3 baskên derdora Mûsilê dibin. Bi pirranî hêzên artêşa Iraqê ji eniya Başûr ve, hêzên Kurd jî ji eniya Bakûr ve gav bi gav dorpêça navenda Mûsilê teng dikin û bi pêş dikevin.
10 gund rizgar kirin
Çapemeniya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li eniya Xazir, Giwêr û Geyyara hêzên pêşmerge yên hevdemî ketin tevgerê gundên Basehrê, Tercelê, Bazgrdan, Şakolî, Şêyh Emir, Keberlî, Bedena Mezin ve Bedena Biçûk hatine rizgar kirin. Her wiha hat zanîn ku hêzên artêşê jî Gundên Hût ê girêdayî bajarokê Giyara, Gundê Kanî Heram ê girêdayî bajarokê Nemrûdê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirine.
Fermandarên pêşmergeyan jî piştî tevgera roja yekemîn ragihandin ku li gor plansaziyê tevgeriyane û di roja yekemîn de gihiştine hedefa xwe. Ji fermandarê pêşmergeyan ê eniya Xazir Şex Cafer Şex Mustafa ragihand ku wan qadeke 40 kilometreyî ji çeteyên DAIŞ’paqij kiriye.
Di operasyonê de hêzên koalîsyona navneteweyî jî desteka hewayî û bomberdumanî didin. Li aliyê din 600 leşkerên Emerîkî yên li herêmê bi cih bûne, şêwirmendiya hêzên tevlî operasyonê bûyî dikin. Fransayê jî kêştiya balafiran a şer Charles de Gaulle ku kêştiya herî mezin a Ewrûpayê ye, şand herêmê.
Tê payîn ku 4 ta 8 hezar enmadên DAIŞ’ê li Mûsilê ne. Her wiha ji bo tesbîtkirina nuqteyên leşkerî asteng bikin, xendekên ji potrolê tije kirine dişewitînin. Ji ber vê yekê ji bajêr duxan bilind dibe.
6 pêşmerge şehîd bûn
Di roja yekemîn a operasyonê de agahiyên şehîdbûna pêşmergeyan jî hatin ragihandin. Li gorî agahiyan, li Eniya Xazir herî kêm 6 pêşmerge şehîd bûn, 14 pêşmerge jî birîndar bûn. Li gundê Keberlî jî li dibistanekê bombeya bicîhkirî teqiya û 20 pêşmerge birîndar bûn.
Hat zanîn ku di şer de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de gelek cendekên DAIŞ’iyan hatin nîşandan.
Li aliyê din çavkaniyên ji Artêşa Iraqê dan zanîn ku 70 endamên wan jî di roja pêşî a operasyonê de jiyana xwe ji dest daye.
Carter: Rizgariya Mûsilê dawiya DAIŞ’ê ye
Piştî destpêkirina operasyona bejayî ya Mûsilê li ser navê DYE’yê daxuyanî hate dayin. Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Ashton Carter got: “Rizgarkirina Mûsilê wê bibe qonaxa girîng. Ji bo encamgirtina kampanyaya têkbirina dayîmî ya DAIŞ’ê ev kêliyeke girîng e. Em bawer dikin ku hevkarên me yên Iraqî wê Mûsilê ji hovîtiya DAIŞ’ê rizgar bikin.” Nûnerê DYE’ê yê têkoşîna li dij DAIŞ’ê Brett McGurk jî got, “Di vê tevgerê de bi cih girtina li kêkela Iraqiyan, em serbilind in.“
Pentagonê jî ragihand ku dibe ku ev tevger bi hefteyan jî berdewam bike.
Tirkiye beşdar nekirin
Tevî hemû hewldanan jî destûr nehat dayîn ku Tirkiye beşdarî operasyonê bibe. Lê belê hate ragihandin ku 1500 kesên li kampa Beşîka ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine perwerdekirin tevî pêşmergeyan beşdarî operasyonê dibin.
Enqere bihêrs e
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan piştî ragihandina operasyona rizgarkirina Mûsilê axifî. Erdogan îdîa kir ku ew ê beşdarî operasyonê û piştî operasyonê beşdarî maseya diyarkirina çarenûsa Mûsilê jî bibin. Her wiha Erdogan bi gotinên, “Ji encamên di operasyona ku Tirkiye ne di nav de be, ne berpirsiyar in“ û gef xwarin. Erdogan careke din got, ew ê hêzên xwe ji Beşîkayê nekişînin.
NAVENDA NÛÇEYAN