Koçer di meha Gulanê de sewalên xwe hincaran bi meşê û hincaran jî bi wesayîtan tînin zozanên herêma Botan û Xerzanê û 3-4 mehan li zozanan dimînin. Koçer her tim jiyaneke koçerî dijîn û hewil didin jiyana xwe li gorî koçeriyê pêk bînin. Di nava koçeran de keda jin didin her tim derdikev pêş. Jin li aliyekî karê sewalan bidoşînin dikin û li aliyê din karê nava malê yê rojane dikin. Di vegera koçeran de jî berpirsiyarekî mezin dikeve berê jinan. Koçerên bi mehan li zozanên bilind dimînin têkiliya xwe bi cîhanê re bi radyoyên biçûk pêk tînin.

Lembeyên gazê şevê ronî dike

Ji ber ku jiyana koçeran her tim di nava tevgeriyekê de derbas. Koçerên jiyana xwe li zozanan û di riyan de derbas dikin ceyranê bikar naynin. Ji ber vê yekê ji televîzyon, makîneyên çilşo û sarincan fêde nagirin. Koçer şevên xwe bi fanus û lembeyên gazê ronî dikin. Welatiyê bi navê Tamer Koyun, diyar kir ku li zozanê nêzî 35 kes dijîn û wiha got: "Em her sal diçin zozanan. Piştî em li vir 3-4 mehan man, em careke din bi ser Sêrt û Bedlîsê re diçûn Êlihê û zivistanê li wir derbas dikin. Em zehmetiya herî mezin di hatin û çûnê de dijîn. Piştî em gihiştin cihê xwe em gelek zehmetiyan nakêşin. Em niha amadekariyên derkevin rê dikin. Heta em digihijin Êlihê em nêzî 3 mehan di rê de dimînin. Operasyonên herêmê em bi guman dikin." Koyun, anî ziman ku li zozanan pirsgirêka herî mezin dema ku zarok li zozan nexweş dibin digihijînin nexweşxaneye û wiha axivî: "Ji bo ku em têkiliya xwe ji cîhanê nebirin di destê me hemûyan de radyo hene û em guhdariya Dengê Mezopotamyayê dikin. Di malê de di nav pez de her tim radyonên me di dest me de ne."

Qedexekirin koçeran dixe zorê

Welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn Gezîcîwiha got: "Em hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê xwediyên zozan ve gelek pirsgirêkan dijîn. Li aliyekî operasyon pêk tên û li aliyê din xwediyên zozanên ji me re pirsgirêkan derdixin. Ji ber ku zozanan bi sînor ji me re kîra dikin dema pezê me sînoran derbas dikin pirsgirêkan derdixin." Gezîcî, anî ziman ku dewlet îsal neket Zozana Faraşînê û wiha got: "Dewlet îsal nekete Feraşînê. Lê li aliyê Kato û Marûnisê her tim tevgerî hebû. Ev tevgerî me jî neyînî bi bandor dike. Em dixwazin ev operasyonê bên rawetandin. Em heta îlonê tên vir. Tu eraziyên me yên ayîdî me tunenen. Em hem li vir hem jî li Êlihê eraziyan kira dikin. Piştî van zehmet û lêçûnan ya ji me re dimîne tenê jiyana rojane ya xwe bidomînin e."

'Em hînî vê jiyanê bûn'

Jina bi navê Emîne Koyun jî diyar kir ku ji ber li zozanan dar tunene gûniyan kom dike û xwarinê bi agirê wan çêdike. Koyun, anî ziman ku li aliyekî berê xwe dide zaroka xwe ya 10 mehî û li aliyê dien karên nava malê yên rojane dike û bi pirsgirêkên malê re eleqeder dibe. Jina bi navê Medîne Koyun jî diyar kir ku niha amadekariyên vegerê dikin û wiha got: "Jiyana me li vir baş derbas dibe. Em hînî vê jiyanê bûn. Li vir tenê tupê me heye. Em hewcehiyên xwe yên din hemuyan ji xwezayê pêk tînin. Em her roj pezê xwe didoşin û penîrê xwe çê dikin û karên xwe yên nava malê dikin. Koyun, anî ziman ku weke hemû qadên jiyanê di jiyana koçertiyê de jî herî zêde jin kedê didin. Koyun, da zanîn ku koçerî êdî perçeyekî jiyana wan e. 

DÎHA/COLEMÊRG