
ULKEM ZEREMYA / TILBURG
Piştî Komcivîna Giştî ya Asayî ya 17. a KNK´ê ya Cotmeha bihurî li Holandayê bi rê ve çû, em bi siyasetvanên ji Rojhilatê Kurdistanê re jî peyivîn ku tevlî şêwra neteweyî ya KNK´ê ji bo Ewrûpayê ya beriya komcivînê bûyîn. Siyasetvanên ji Rojhilat hemûyan îşaret bi girîngiya yekkirtina hêza Kurd û diyarkirina stratejiyeke neteweyî kir.
R. Hesen Şetewî ji xelkê Urmiyê ye û ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev 32 sal in ku ji bo tevgera Kurd xebatan dimeşîne. Ji ber xebta xwe 15 salan di zindanên Îranê de hatiye ragirtin. Ew yek ji endamên KNK´ê û ji dewra yekê ya damezrandina KNK´ê ve jî endametiya xwe dewam dike.
Li ser hewldanên civandina Kongreya Neteweyî ya KNK´ê û komxebatên wê û şêwrên wê yên ji bo vê armancê Hesen Şetewî piştî şêwra diyasporayê ya KNK´ê Citmeha bihurî civandî, dîtinên xwe wiha îfade dike: “KNK´ê karekî gelekî girîng meşand. Li derveyî welêt komkirina evqas kesan ne hêsan e. Hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê dikarin di nav KNK´ê de cîh bigirin, rexne û nihêrînên xwe bînin ziman. Lê belê ji bo em karê KNK´ê bi pêş bixin, divê em di nihêrînên xwe de êdî dev ji sîstemên klasîk berdin. Eger em vê bikin em dikarin rolekî mezintir bilîzin. Endamê KNK´ê bi taybetî jî divê karê dîplomasiyê zêdetir bikin û di vê mijarê de bi rola xwe rabin.
Hêzeke hevgirtî ya Kurdistanê
Li hemberî xeterên li dijî Kurd û Kurdistanê divê em yekîtiya xwe saz bikin. Eger gerîlla û peşmerge bi hevre şer kiriba, dijminên me nikarîbûn biserkevin. Diviyabû hezeke Kurdan yê eskerî ya hevbeş hebe, lê ev pêk nehat. Kurd heger yek bin, ti heza siyasî û eskerî nikare îradeya bi milyonan Kurdan bişkîne. Êdî dem hatiye ku em yekîtiya Kurdan saz bikin. Heger em ev destketiyên heyî neparêzin em ê bi paş ve gavê biavêjin û ev derfet ji destê me biçe. Kurd gelekî qedîm in, bi milyonan hene û bêhez nînin. Heger em yekîtiya xwe saz bikin, em dikarin serketinê bi dest bixin.”
Dijminê Kurdan dibin yek
Îbrahîm Elîzade jî sekreterê Komela ye ango Rêxistina Hizbî Komûnîst a Îranê. Ew jî fikrên xwe yîn li ser Kongreya Neteweyî wiha îfade dike: “Di demên dawiyê de dagirker dîsa ji bo dijminahiya gelê Kurd bikin, gihiştin hev. Hemû dagirker li dijî Kurdan xwedî planên xeternak in. Bi taybetî jî di mijara Kerkûkê de wiha ye (Di deme hevpeyvînê de hîna Kerkûk nehatibû radestkirin). Hem Îran, hem Irak hem jî dewleta Tirk dikarin li dijî Kurdan gelek planên xeternak bikin. Komara Îslamî heta dikare eskerê xwe bixe Başûrê Kurdistanê û serkêşiyê bike. Bi Heşdî Şabî jî dikare vê bike. Divê em ji xeterên li pêşiya gelê Kurd agahdar bin ku heta karibin reyeke çareseriyê bibînin û xwe ji van biparêzin. Ev rê jî bi tenê sazkirina yekîtiya gelê Kurd û xwedîderketina şoreşa Rojava ye. Bi vê yekê em dikarin pêşî li van plan û xeteran bigirin. Piştî Civata Giştî ya KNK jî divê ji bo yekîtiyê gav bên avêtin û êdî êm werin wê qonaxa ku em yekîtiya netewî saz bikin.
Gel ji yekîtiyê re amade ye
Partiyên siyasî divê daxwazên gelê Kurd li ber çavan bigirin. Gelê Kurd ji bo yekîtiyê her tim amade bû û îro jî amade ye. Eger partî bibin yek, di her êrîşekî li dijî Kurdistanê de gelê Kurd wê karibe xwe biparêze. Gelê Rojhilat jî ji bo vê amade ye. Ji ber Rojhilat nêzî Başûr û Bakûr e di rewşekî xeter de dikare bi rola xwe rabe û piştgiriyê bide. Rojava jî nêzîk ba wê weha bikira û çek hildaba.
Di nav partiyên Rojhilatê Kurdistanê de jî heta niha ji bo karekî hevbeş yê neteweyî bê kirin û yekîtî were sazkirin, gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Heta niha nakokiyên di navbera partiyan de nehatiye çareserkirin. Lê ji bo berjewendiyên gelê Kurd bêtin parastin û di êrîşeke gengaz de Başûrê Kurdistanê bête parastin bangawaziyên me ji bo gelê Rojhilat çêbûn.”
Yekîtî ferz e
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî jî li ser mijarê fikra xwe wiha îfade kir: “Hêzên dagirker ên Kurdistanê, ji bo dijberiya Kurdan li hev kirin û ev di dîroka Kurdan de berê jî dubare bûye. Berê jî dema şoreş û serhildanên Kurdan hebûn bi hev re dijberiya Kurdan kirin.
Beriya demeke kin di navbera Tirkiye û Iraqê de nakokî hebûn, lê belê piştî referandûmê hemûyan li dijî Kurdan li hev kir. Di encamê de derket holê ku Kurd ji vê referandûmê ziyaneke mezin dîtin. Xetereyên li dijî Kurdistanê gelekî mezin in. Berjewendiyên giştî yên gelê Kurd dikevin metirsiyeke mezin. Ev ê bihêle ku em çendîn sal bi paş ve gav biavêjin.
Yekîtiya gelê Kurd li her aliyê Kurdistanê heye. Gelê Kurd ev di dema Kobanê, Amedê û Sinê de jî nîşan da. Lê ev hest û fikrê neteweyî nehatiye birêxistinkirin. Di pirraniya gelê Kurd de têgihiştina yekîtiya neteweyî heye, lê belê di nav partiyên siyasî de nêzîkatiyên berjewendiyê nahêle ku ev yekîtî were sazkirin. Eger aliyek bi berjewendiyên siyasî yên cuda nêzîk dibe, aliyek li gorî berjewendiyên xwe yên aborî tevbigere ev ti fêde nade gelê Kurd. Divê ronakbîr, akademisyen û gelê Kurd vê rewşê baş şîrove bike. Divê em vê rewşa siyaseta şermê, li pey xwe bihêlin. Rast e, em Kurd in, lê hemû di çarçoveyekê de tevnagerin. Rastiyek heye ku aliyekî Kurd bi fedakariyeke mezin ji bo civakeke demokratîk ava bike, tevdigere, lê beramberî vê aliye din jî heta dawî li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî tevdigerin û di her gavê de hesabê aboriyê dikin. Ev nahêle ku yekîtiyek siyasî jî bête sazkirin. Lê belê astengiyên li pêşiya yekîtiyê çi bibin bila bibin em dikarin wan li pey xwe bihêlin. Kurd pêwîst e bi yekîtiyê tevbigerin.
Li ser esasê berjewendiyên gelê Kurd
Bêguman, li vir ti partî an jî alî nikare xwe li ser ya din ferz bike, lê divê rêyeke çareseriyê bête dîtin. Divê pîvana yekîtiyê destnîşan bikin. Di dîplomasî û siyasetê de divê mafê Kurd, azadiya gelê Kurd û berjewendiyên gelê Kurd esas bigirin. Rojhilata Navîn bûye qada şer û hesabên herî mezin li dijî Kurdan. Li pêşiya me metirsiyên mezin hene. Çawa ku li Lozan beyî Kurdan li dijî Kurdan biryar hate dayîn û çarenûsê Kurdan diyar kirin, û sed salan di bin dagirkeriyê de hiştin, îro jî ev metirsî heye. Îro dîsa ew serdema Lozan û Sykes-Pîcot e. Eger Kurd bi têgihiştineke siyasî û îradeye hevbeş tevnegerin wê destketiyên gelê Kurd ji dest biçin. Divê em rewşa siyasî ya îro êdî bi awayekî cuda bixwînin. Ji bo dîroka li dijî Kurdan dubare nebe ev nêzîkatî girîng e. Weke mînak têkoşîna jinên Kurd ên li Rojhilata Navîn ji bo hemû gelên cîhane mînakeke nû ye. Wan nîşan da ku jin dikare bi îradeya xwe ya azad tevbigere û pêşengiya şoreşa Kurdistanê jî bike. Bi vê ve girêdayî baweriya min heye ku tevî hemû astengiyan gelê Kurd yekîtiya xwe saz bike, daxwazên gelê Kurd bi cîh bîne û biserkeve.”