Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME), li ser miracaeta Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş biryar da. DMME’yê hikum da ku divê Demîrtaş bê berdan.

Demîrtaş ku Mijdara 2016’an di çarçoveya operasyonên qirrkirina siyasî de hate girtin û ji hingî ve girtî ye, miracaetî DMME´yê dabû. DMME’yê biryar da ku gelek mafên wî yên li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (PMME) hatine binpêkirin.

Dadgehê hikum da ku miracaeta Demîrtaş a li gorî xala 18’an a PMME’yê ya qebûlkirinê ye.

Di biryarê de hat gotin, girtina Demîrtaş li qanûnên Tirkiyeyê nayê û divê tavilê bê berdan. Li gorî biryarê, xala bi hejmara 5/3 a PMME’yê hatiye binpêkirin û ev xal li ser mafê azadî û ewlekariyê ye.

Dadgerên DMME’yê her wiha bal kişand ser gotinên Demîrtaş ên di dema çalakiyên ji bo destekkirina berxwedana Kobanê û diyar kir, Demîrtaş sûc nekiriye. Di biryarê de ji dewleta Tirk hate xwestin ku ji bo Demîrtaş bê berdan tedbîrên pêwîst bên girtin.

Dadgehê wekî din dewleta Tirk bi dayina 10 hezar euro tezmînata manewî mehkûm kir û hikum da ku ji bo lêçûnên dadgehkirinê û yên din jî 15 hezar euro tazmînatê bide.

KE li pişt biryarê ye

Li aliyê din berdevkê Konseya Ewrûpayê (KE) Daniel Holtgen di ser hesabê xwe yê twitterê de got, li gorî xala 46´an a PMME´yê tevahiya welatên endam girêdayî biryara dadgehê ne. Ev daxuyanî li ser gotinên dîktatorê Tirk edogan hatibûn gotin. Erdogan li ser biryara DMME´yê gotibû, “Biryar me elaqedar nake, em ê gavên pêwîst bavêjin û karê xwe bikin” û hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê mohr kirî jî tine hesibandibû.

 

STRASBOURG