
'Bêdengî bêrumetî ye'
Demîrtaş, bang li gelê Kurd kir û wiha berdewam kir: "Bêdengî û ser tewandin li gorî me bêrumetî ye. Partiya li Amedê ji sedî 65 deng kirin avahiya wê wisa nayê serdagirtin. Demîrtaş, bilêv kir ku şaredariya Wanê û avahiyên BDP'ê wisa nayên serdagirtin û wiha axivî: "Ji bo xebatên BDP'ê asteng bikin vê yekê dikin. Em dê têkoşîna xwe li her qedê berdevam bikin. Ev rojên faşîst dê derbas bibin. Em dê serbikevin. Niha di hûndir de fermana Serokwezîr tînin cih."
Li siyasetmedaran xwedî derkevin
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk serdegirtinên li hemberî BDP, sazî û dezgehên Kurd û rêxistinên mafên mirovan nerazîbûn nîşan da û got; "Her kesê ku bi rûmet û zimanê xwe têkoşîna hebûnê dide bûye hedefa vî dewletî. Tiştekî ku êdî ev gel bike nema. Lewma herkesê ku xwedî rûmet e divê li hemberî operasyonan dengê xwe bilind bike. Bi van operasyonan re peyama; 'Ez ê bi Kurdan re şer bikim' hatiye dayîn. Yan dikuje, yan jî digire. Ji Kurdan re tu riyên din nehiştine."
Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan li ber mala Zana pirsên rojnamegeran bersivandin. Buldan, diyar kir ku polîsan ji wê re gotin mal li ser navê Cahît Yoldaş qeydkiriye û wiha got: "Di vê çarçoveyê de belge û bilgîsayara Leyla Zana desteser kirin." Buldan, anî ziman ku ew li Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek geriya û Çîçek ji wê re got "Ew mal li ser Cahît Yoldaş e tişt bê kirin tuneye."
Tu ferqa dewleta polîs ji cuntaye nemaye
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, li ser operasyonên hevdem ên li 16 bajaran twîtt avêt twîtterê. Baydemîr got: "Ma tu ferqa dewlata polîsan ji cuntaye heye? Ferqa cilan heye, uniforma û renk..." Baydemîr, diyar kir ku di çarçoveya operasyone de ser bi Konservatuara Aram Tîgran girtine û wiha axivî: "Di navenda me ya amûrên sûcê yên wekî tembûr, darbuka, keman, piyano û def legêrînê didome."
‘Dixwazin hêza me bişkînin’
Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen jî diyar kir ku li gel operasyon li dijî kesekî tenê bû xwestin navenda KESK'ê jî lêgerîn bikin. Ozgen, da zanîn ku wan destûr nedaye vê yekê û tu aliyê vê yê hiqûqî tuneye û wiha got: "Dest danîn ser arşîva me. Ev yekê arşîva hemû saziyê bû." Ozgen, anî ziman ku ev yek encama greva 21'ê kanuna 2011'an e û dixwazin hêza wan bişkênin lê tu kes nikara vê yekê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN
‘Xwelî li serê we be’
Parlementer Leyla Zana, li balafirgeha Stenbolê der barê serdegirtina polîsan de pirsên rojnamegeran bersivand û wiha got: "Piştî ku gelê Kurd di hilbijartinên herêmî û yên din de serkeftinek bi dest xist, li dijî nûner û siyasetmedarên Kurdan operasyona siyasî hate destpêkirin. Heviyek mezin ji bo aştî û çareseriyê pêk hat. Lê Serokwezîr Erdogan ev hêvî û bawerî têk bir. Xwest Kurdan dûr bixe û daxwazên wan paşguh bike û pirsgirêken wan bi vî rengî çareser bike. Hêj 2 roj berê Serokwezîr li dijî min got 'Bila kerem ke biçe çiyê' Ev gotina wî nayê famkirin. Ez li bendê bûm ku Serkwezîr bêje çek ne çareserî û ewlehî ye.' Bawerî û ewlehî hiqûq û demokrasî ye. Her çend îro bi ser mala min de girtibe jî dîsa ji bo çareseriyê hêj ne dereng e. " Zana, anî ziman ku wan gelek rê û rêbaz dîtin û xwest li şûna Erdogan rêya çiya girtîhê nîşanî wan bide, dijberî vê yekê çareseriyê ava bike. Zana, hêrsa xwe bi van gotinan anî ziman: "Li vî welatî rojnameger, parêzer û siyasetmedar girtî ne. Her kes bi fikar in. Kes newêre fikrên xwe bîne ziman. Ez dibêjim xwelî li serê we be. Ez nizanim hûn çima li mala min geriyane. Mala min a şexsî tune. Ez li wir di kirê de dimînim. Ez ji aliyê vî gelî ve hatime hilbijartin ez dê xebatên xwe berdewam bikim."
STENBOL