Hevserokê Giştî yê bêrê yê HDP’ê, Selahattin Demirtaş doh careke din derket pêşberî dadgeha dewleta Tirk. Demîrtaş di rûniştina dadgehê de rexne li bêdengiya dadgehê beramberî sûcdarkirin û hukimbirrîna bêdadgeh a bi destê rayedarên AKP´ê girtin û got, “Hûn hem bêdeng man û hem jî we bi vê bêdengiyê piştgirî da.”

Demîrtaş, got, Erodgan di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de li ser girtina wî kampanya xwe bi rê ve biriye.

Rûniştina doza Hevserokê berê yê rehîn ê HDP’ê, Selahattîn Demirtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya Kampusa Girtîgeha Sincanê pêk hat. Demîrtaş ê ku di rûniûtina beriya vê de ne amade bû, vê carê bi rêya sîstema elektronîk SEGBÎS’ê beşdar bû parastina xwe kir.

Demirtaş di parastina xwe de bi bîr xist ku ew ji du dozan girtî tê darizandin û wiha dewam kir: “Ji dozekê wekî rêveberê rêxistinê, ji doza din jî ji bûyerên Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê têm dadgehkirin. Ji ber van dozan zêdeyî salekê ez girtî têm darizandin. Hûn bi van sucdariyan herî zêde dikarin 1,5 salan min girtî dadgeh bikin. Lê piştî 1,5 sal derbas bû, we dîsa biryara dewama girtina min da. Mînaka ku nehatiye dîtin we bi girtîgeha Edirne re muzakere kir. Cezayê Demirtaş ji bûyerên 6-8’ê Cotmehê hat înfazkirin yan ji rêvebeiya rêxistinê? Girtîgeha Edirne biryar da. Diviyabû ji ber bûyerên 6-8’ê Cotmehê ez bihatama tehliyekirin. Lê we li dijî hiqûqê biryar da.”

Dadgehê aliyekî siyasî girt

Demirtaş, helwêsta dadgehê jî rexne kir û anî ziman ku di hilbijartinê de bû aliyê siyasî û got, “Ez siyasetvan im. Ji baskê ciwanan heta niha di partiya xwe de siyasetê dikim. Ji bo ku têkildarî bûyerên 6-8’ê Cotmehê min tehliye nekin operasyona tegihiştinê kirin. We dest werda hilbijartina herî girîng a Tirkiyeyê.”

Piştî ku Demîrtaş got, em dikarî pêşiya Tirkiyeyê vekin, rexneya xwe li alîgiriya dadgeriya Tirk girt: “Tirkiye neçar bû dîroksiyonê xwe bizivirîne ser darazeke serbixwe. Her çiqas Erdogan qezenc kir jî, divê daraz li ser xeta demokratîk bûya. Lê bes daraz bi biryarên dayî, ji bo yek zilam bi ser bikeve alî girt. Li dijî min alî girt.”

Em ne di yek keştiyê de ne

Demirtaş bi bîr xist ku krîza aborî eşkere û bi hemû hişyarikirinên xwe hatiye û li ser gotinên Erdogan ên weke em hemû di yek keştiyê de ne jî got, “Ez jî namzet bûm lê em ne di heman keştiyê de bûn. Ez nakevim gemiya talanker û yên Tirkiyeyê dişelînin. Em ne di heman gemiyê de ne. Pirraniya Tirkiyeyê di heman gemiyê de ye û niha dixwazin vê gemiyê têk bibin. Aliyê din di gemiya luks de ye û ew dê nekevin çiravê.”

Demirtaş got, weke namzetê serokkomariyê wî dê karîbûya van mijaran rave bike, û îdaî kir ku wî dê karîbûya ji sedî 20´ê dengan wergire û weke çareseriyê jî îşaret bi demokrasiyê kir: “Têkçûna aborî bi lez bûye û ne pêkan e bê sererastkirin. Rizgariya ji vê yekê demokrasî ye û modelek nû ya avakirinê ye. Çareserî û aştiya pirsgirêka Kurd e. Dermanê şer û tundiyê çareserî ye.” n ENQERE