Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku gelê Kurd sed salên xwe di bindestiyê de derbas kir û wiha got: “Bêguman li her derê gel bindest in. Lê tu gelê ewqas li hemberî bindestî û qirkirinê rû bi rû maye tune ye. Lê gelê Kurd ê li deşt û çiyayan dimeşin vê yekê nîşan dan ku êdî Kurd bin nakevin. Êdî gelê Kurd weke vînek a gel derketiye pêş û êdî li Rojhilata Navîn bûye xwedî mafê gotinê.”
Demîrtaş destnîşan kir ku bi xêra Ocalan têkoşîna azadiya gelê Kurd li cîhanê hatiye nasîn û got ku ev yek jî di encama dayîna bedelên mezin de pêk hatiye. Demîrtaş destnîşan kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê zanebûn û yekitiya neteweyî hatiye afirandin û gelê Kurd nêzîkê serkeftinê ye. Demîrtaş bal kişand ser hevdîtinên di navbera Ocalan û dewletê de û feraseta Serokwezîrê tirk Recep Tayyîp Erdogan û hikûemta AKP’ê ya li hemberî diyalog û muzakereyan bi zimanek tund rexne kir. Demîrtaş wiha got: “Divê şandeyeke siyasî biçe Îmraliyê. Divê bi taybet hevserok biçin Îmraliyê. Ji bo muzakereyek saxlem dest pê bike, hevdîtinên li Îmraliyê bi birêz Ocalan re pir girîng e.”
Demîrtaş diyar kir ku ev maseyê diyalog û muzakereyan bi hêsanî neyatiye danîn got: “Yê ku vê pêvajoyê daye destpêkirin birêz Ocalan e. Ev muzakereya ligel îşkenceyê, li gel girtinan, bi berxwedana ciwanên me yên jiyana xwe ji dest dane û berxwedana greva birçîbûnê hatiye bidestxistin. Ev bi hêsanî çênebû. Ev salek û nîv e berxwedaneke bêhempa tê nîşandan.” Demîrtaş anî ziman ku berxwedana gel, wêrekiya gel û fedekariya gel dê bi  ser bikeve û li hemberî faşîzmê banga yekitiya neteweyî kir. 

ZURÎH