Selahattîn Demîrtaş bi bîrxist ku, gelek caran ji aliyê rayedarên hikumetê û waliyan ve heman nîqaş anîne rojevê û wiha got: “Beriya vê gelek caran rayedarên hikumet û waliyan anî bûn rojevê. Lê belê li vir pirsgirêkek bingehîn ya civakî heye. Çavkaniya hemû pirsgirêkên ku li vê derê derdikevin pirsgirêka Kurde. Pirsgirêka bingehîn; Pirsgirêka kurd e. Ger pirsgirêk di aliyê siyasî, civakî û ekonomîk de neyên dest girtin, nîqaşkirin û çareserî neyê avakirin, wê li vê derê çi çareserî dernekevin holê. Ev ne zarokên bi pirsgirêkin. Ev zarokên gelê Kurd ji ber sedemên polîtîkayên dewlata Komara Tirkiyeyê pirsgirêkan jiyan dikin. Pirsgirêk eve. Ger walî wê pirsgirêkê çareser bikin û dixwazin ji bo çareserî çêbibe bibin alîkar, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bila peyamekê bidin hikumeta ku nûnertiya wê dikin.”
Demîrtaş diyarkir ku, dewlet wê nekare dest dane ser zarokên bab, dayîk û malbatên wan heyî û aşkera kir ku, “Dewlet çawa ku wê nekare bi zorê zarokên xwedî bab, dayîk û malbat dest dane ser û her wiha pêkanînek wisan di zagonên me de tuneye. Nikarin rayeyek wisan bikar bînin. Ji xwe tiştek wisan rast jî nîne. Berevajî vê wê bi xwe re pirsgirêkên mezintir bîne. Wê rê li ber pirsgirêkên mezin û yên cidî vebike.”

Demîrtaş bilêv kir ku, ji bo pêşveçûyîna zarokan hawira niha tê jiyankirin, ne hawirekî erêniye, “ Lê belê sererast kirina vê nayê wê wateyê ku dewlet zilam xwe li ser zarok û malbatan bispêre. Kesek nikare vê yekê pêkbîne û di serê xwe de jî derbaz bike. Malbat jî gel jî wê destûrê ne de vê.”

AMED