Demîrtaş bilêv kir ku li dijî hemû beşên civakê êrîşek heye û wiha berdewam kir: “Di serî de mamoste hemû kedkar ji vê pêla êrîşan nesibê xwe digirin. Dibe ku berdewama wî bê. Ango dibe ku li hemberî kedkarên tenduristiyê jî operasyonan pêkbînin. Dibe li hemberî kedkarên cemaweriyê yên din jî pêk bê.”

Demîrtaş bilêv kir ku AKP dewletê wekî malê xwe dibîne û wiha got: “AKP hemû kesên ku bîatî wî nake wekî dijmin, tehdîd dike, terorîst pênase dike û dixwaze ji dewletê tasfiye dike.”


‘Divê modela alternatîf biafirînin’

Demîrtaş got ku bi pêdiviya ku polîtîkaya alternatîf bê afirandin re rû bi rû ne û ev pêşniyar kir: “Bi taybetî kedkar divê têkoşîna sendîkayê li hemû civakê belav bikin û vê tenê li ser vegera karê xwe nebînin. Heke bi rastê mamoste ji kar tên avêtin divê zarokên kurd nîşan bidin ku mecbûrî vê perwerdehiya tê ferz kirin nînin. Li vir peywir tenê ya mamosteyan nîne, bar dikeve li ser milê malbat û xwendekaran jî. Divê xwedî li mamoste û îradeya xwe derkevin perwerdehiya alternatîf navêndên alternatîf ava bikin. Bibêjin em mecbûrî dibistanên dewletê nînin. Pêwîst be divê her malê vegerînin navendên perwerdehiyê. Ji sê kesan, penc kesan, deh kesan polan ava bikin û perwerdehiya alternatêf a bi zimanê dayikê bidin û li her derê civak, tax û kolanê belav bikin. Heta gundan belav bikin.”


Modela alternatîf divê bi fonê bê fînansekirin

Demîrtaş got ku mamosteyên ji kar hatine durxistin bi ruhê piştevaniyê divê bên cem hev û gon ava bikin û bi vî rengî dikarin debara xwe bikin, alternatîfekî ku bikaribin xwe fînanse bikin ava bikin. 


Ji bo malbatan bangewazî

Demîrtaş bang li malbatan jî kir wiha got: “Malbatên ku xwe mecbûr namînin zarokên xwe bişînin dibistanê bila zarokên xwe bibin navendên alternatîf, lêçûnên wan kursan ji fona hevpar dikare bê dayîn. Dikarin teqez sîstemetî perwerdehiyê ya alternatîf biafirînin.” 


DÎHA/ENQERE