Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bi boneya Roja Dayîkan peyam weşand û got, “Ji bo van gotinên pûç xwe xemgîn neke dayîka min a xweşik. Ez destên te û hemû dayikan diramûsim û roja we ya dayikan pîroz dikim.” Demîrtaş ji bo Dayîkên Şemiyê jî, name şand. Demîrtaş, di peyama xwe de bal kişand ser axaftina Devlet Bahçelî ya efûyê ya ji bo serokên mafyayê û got, “Li şûna serokekê partiyekê bûma, gelo serokê mafyayên hin psîkopat û qatilan bûma, dê baştir bûya?!” Demîrtaş piştî vê peyvê ji dayika xwe re got, “Ji bo van gotinên pûç xwe xemgîn neke dayîka min a xweşik. Ez destên te û hemû dayikan diramûsim û roja we ya dayikan pîroz dikim.” Dayikên Şemiyê jî ji bîr nekirin Nameya  Demîrtaş ji Dayîkên Şemiyê re şandî wiha ye: “Dayîkên Şemiyê, weke nûnerên heysiyet û rûmeteke mezin, bi têkoşîna xwe ya ku bi salan e hûn dikin, hesap ji zilam dixwazin û bi sekna xwe ya tîk serê dostên me bilind dikin. Ev têkoşîn heya ku windayên me bên dîtin û faîlên wan bên darizandin dê dewam bike. Li meydana Galatasarayê dilê min bi we re ye. Ez destên we hemû dayikan maç dikim, silavan û heskirinên xwe ji we re dişînim.” ENQERE

Dengê me jî ji HDP û Demîrtaş re ye

Partiya Şoreşger a Yekgirtî (Bîrleşîk Devrîmcî Partî) jî got di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ew ê piştgiriyê bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş. Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku ew ê di bin banê HDP’ê de têkevin hilbijartinê. Her wiha di daxuyaniya Partiya Şoreşger a Yekgirtî de hat gotin ew bang li hemû kesan dikin ku li dijî faşîzma AKP’ê dengê xwe bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş û wiha pê de çû: “Em bang li hemû kesan dikin ku bila her kes xwedî li qedera xwe derkeve û têkoşînê geştir bikin. Ew ê ne sindoq, lê têkoşîna gelên ku xwedî li qedera xwe derdikevin, encama hilbijartinê diyar bike.” ENQERE