Karayilan: Di halê hazir de HDP ji bo demokrasiyê weke alternatîfekê têdikoşe. Li dijî hemû êriş û fenan HDP dikare ji texmînan jî bêhtir deng bigire. Divê karekî welê bê kirin ku sed-du sed hezar dengan bidizin jî ev yek bandorê neke. ALÎ KANÎROJ ANF/BEHDÎNAN Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, sedem û encamên pêngava 1’ê Hezîranê û hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxandin. Karayilan bi bîr xist ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê bi pêşniyaz û fermana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 2’ê Tebaxa 1999’an şer sekinand û got, “Heta Hezîrana 2004’an yanî 5 salan ji bo avakirina bingehekî çareseriya siyasî, ji bo dewleta Tirk dest bi diyaloga çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd bike, me fîşekek jî neteqand. Lê belê dewleta Tirk gav neavêt. Tenê di dema Ecevît de qedexeya li ser Kurdî hate rakirin.” Xwestin PKK´ê tesfiye bikin Karayilan destnîşan kir ku bendewariya dewleta Tirk tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û wiha dewam kir: “Armanca dîlgirtina Rêberê me bi rêya komploya navneteweyî ev bû. Bi hilbijartina 2002’an re AKP bû desthilatdar. Wan jî siyaseta înkar û tinekirinê bi heman rê û rêbazî dewam kir. Bi rengekî hê veşartî û durû wan ev siyaset dewam kir.” Li ser vê siyaseta qirêj a desthilatdariya AKP’ê, Karayilan got, “Sermeselê gotin, ‘Kurd birayên me ne’. Lê belê tiştek nekirin. Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bikin serî li her rê û rêbazê dan. Mînak; sala 2003’an li Qûbînê komek ji hevalên me ya bi pêşengiya Mahîr Dersim, şehîd kirin. Wekî din, sala 2003’an li Çewligê 14 hevalên me yên bi pêşengiya Şevger şehîd kirin. Firsend li ku derê dîtin, yekser êrişî hêzên me kirin û hewl dan îmha bikin. Siyaseta înkar, tinekirin û asîmîlasyonê dewam kirin. Herî dawî hin kesên li nava tevgera me bi kar anîn û xwestin bi destê wan tesfiye bikin. Bi vî rengî xwestin encamekê bi dest bixin.” Karayilan destnîşan kir, piştî ku ev plana dewleta Tirk a dagirker ji her alî ve kifş bû, di civîna 2. a Kongra Gel de biryara Pêngava 1’ê Hezîranê hate dayin û ev biryar ji hingî ve bi cih tê anîn. Şerê me yê xweparastinê ye Murat Karayilan da xuyakirin ku ji ber polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk, ew neçar man xwe biparêzin û got, “Şerê ku em dikin şerê xweparastinê ye. Dewleta Tirk ji bo tesfiyekirina me û gelê me tevdigeriya. Bêguman em xwe bi rengê îdeolojîk, çandî û siyasî diparêzin. Lê belê li cihê ku ev bê bandor hatine kirin, em neçar in xwe bi rengekî çekdarî biparêzin. Heger çek nebûya, dibe ku weke gel û tevger em niha qediyabûna. Lewma mafê me yê herî xwezayî ye ku li dijî van êrişên berfireh xwe bi rengekî çalak biparêzin. Li ser vê bingehê, ez hemû şehîdên pêngavê bi hezkirin, hurmet û minetdarî bi bîr tînim. Em ê her tim xwedî li bîranîna wan derkevin.” Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Rewşa Awarte ya li Bakurê Kurdistanê li ser kar e û hilbijartinên di nava vê rewşê de bên kirin nirxandin: Ji bo destwerdana li Rojava û Başûr “Beriya her tiştî em partiyeke hilbijartinê nînin. Em dixwazin bi hêz û têkoşîna gel encamê bigirin. Em heta niha di vê çarçoveyê de têkoşiyan, gelê me em parastin û xurt kirin. Vê têkoşînê bi xwe re rê li ber pêşketinên cuda vekir. Çavkaniya têkoşîna me, tevgera civakî ye. Bi hilbijartinê em nikarin xwe bigihînin encamê. Bi têkoşîna civakî em dikarin xwe bigihînin encamê. Gelek zemîn hene ku ji aliyê têkoşîna civakî ve hatine afirandin. Yek ji van zemînan jî meydana siyaseta legal e. Li vê meydana têkoşînê divê her kes bixebite û encamekê bi dest bixe. Hilbijartin di nava Rewşa Awarte de tê kirin. Divê li gorî vê rastiyê helwêst bê nîşandan. Qanûna Rewşa Awarte tenê li dijî gelê Kurd e. Ji bo zextê li gelê li Bakurê Kurdistanê bike û encamekê bi dest bixe. Ji bo dest li Rojava û Başûrê Kurdistanê werdin Rewşa Awarte didomînin.” Her tişt ne li gorî dilê wan e Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan diyar kir ku Erdogan û dewleta Tirk paşeroja xwe bi tasfiyekirina gelê Kurd ve girêdane û wiha pê de çû: “Dibêjin, ‘Heger Kurd bi ser kevin, em ê têk biçin’. AKP’ê û dewleta Tirk biryar dane ku HDP’ê di binê bendê de bihêlin. Destpêkê dixwazin Kurdan li Tirkiyeyê biqedînin, piştre jî li Iraq, Îran û Sûriyeyê Kurdan biqedînin. Dibe ku hin Kurd niha baş fêhm nakin, ya jî xwe li nefêhmkirinê datînin. AKP û MHP’ê stratejiya xwe li ser vî bingehî ava kirine. Wê bixwazin ku HDP’ê li binê bendê bihêlin.” Karayilan destnîşan kir ku her tişt li gorî dilê wan nameşe û got, “Niha di nava xwe de tifaq kirin. Bi MHP’ê re Tifaqa Cûmhûr kirin. Yên ku ji MHP’ê qut bûn û partiyeke din ava kirin, tevî hin partiyên din Tifaqa Millet ava kirin. Her du tifaq jî rastgir in. HDP bi tena serê xwe eniya demokrasiyê temsîl dike. Paşeroja komên ku li derveyî sîstemê hatine hiştin, di nava HDP’ê de ye. Di halê hazir de HDP ji bo demokrasiyê weke alternatîfekê têdikoşe. Li dijî hemû êriş û fenan HDP dikare ji texmînan jî bêhtir deng bigire. Divê hemû xebatkarên HDP’ê, gelê Kurd, tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê, Ermenî, Suryanî, Elewî, hêzên li derveyî sîstemê zanibin ku ev kar wê ne hêsan be. Divê zanibin ku biryara fermî ya dewleta Tirk ew e ku HDP’ê li binê bendê bihêle. Bi vê têgihiştin û zanebûnê divê her kes bixebite. Divê karekî welê bê kirin ku sed-du sed hezar dengan bidizin jî ev yek divê bandorê neke.”