Ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyeyê, duyemîn car civîna ku bi înîsiyatîfa Rûsyayê li Moskova hat destpêkirin. Civînê li avahiya Wezareta Karê Derve pêr destpêkiribû. Derbarê civînê de Alîkara Wezîrê Karê Derve ya Kantona Cizîrê Rojavayê Kurdistanê Emîne Osê û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim detayên komcivîna Moskovayê vegotin.

Emîne Osê têkildarî hevdîtinan wiha got: “Di civîna duyem de muxalefeta Sûriyeyê û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn. Civîna yekem weke gaveke girîng hat nirxandin. Ya girîng ewe; rejîmê pejirand ku muxalefetek heye, li ser vî bingehî di civîna yekem de pêşniyar hebûn. Di civîna duyem de vexwendin li ser navê partiyan hat kirin. Ev civîn tê wateya amadekirina bingehê guhertineke cidî di rewşa Sûriyeyê ye. Bi vî bingehê ku bê avakirin û bawerî dinava hêzên amade û rejîma Sûriyeyê de wê çêbibe. Divê gavên pratîk werin avêtin. Roja dawî şanda rejîmê û Wezîrê Karê Dervê yê Rûsya Sergey Lavrov jî wê tevlî civînê bibin.

Osê bibîr xist ku di civîna yekem de ji bo çareserkirina aloziyên li Sûriyeyê 10 xal hatibûn pêşkêş kirin û wê demê li ser van 10 xalane li hevhatin hatibû çêkirin û wiha got: “Îro carek din ev xal hatin destnîşankirin û li ser wî bingehî komîteyek ji 7 kesan ku ji nûnerên rêxistinan pêk tê hate avakirin. Dema ku şanda rejîmê beşdarbû emê van xalane pêşkêşî wan bikin.” 


‘Ev civîn berfîrehtir e’

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî ragihand ku heta niha di civînê de guftûgo di nava hêzên muxalefetê de tên kirin û hinek xalên ku dicivîna yekem de hatibun axaftin jî tên nîqaşkirin. Muslim têkildarî mijarê wiha got: “Ev xal hatin erê kirin. Ya girîng wê bi rejîmê re çi bibe, xuya dike ku ev civîn ji ya berê berfirehtir e. Ji ber ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Staffan de Mistura jî tevlî dibe, ev jî hê zêdetir fermiyetê bixwe re tîne. Em li benda gelek tiştanin, em texmîn dikin ku civîna sêyem jî çêbibe. Di civînê de li hev guhdarkirinek heye, dewletên din civînê di şopînin û li benda encamekê ne.”

 

‘Beyî Kurdan çareserî nabe’

Muslim diyar kir ku civîn ji bo Kurdan gelek girîng e û wiha pê de çû: “Ji bo me Kurdan gelek girîng e, ji ber ku em jî aliyek yê Sûriyeyê ne û em tekoşînê didin. Pêkhateyên Xweseriya Demokratik tevlî bune û nêrînên xwe tînin ziman. Her ku diçe projeya Xweseriya Demokratik li Rojava tê pejirandin. Çi Kurd, Ereb yan jî Suryanî bin beşdar dibin. Ji ber wê jî divê em têde cih bigrin. Em di wê baweriyê dene ku tu çareseriyek li Sûriyeyê bê dîtin ku Rojava û pêkhateyên Rojava tê de tûnebin bêwate ye û demokrasî jî neyê Sûriyeyê. Em hêvî dikin ku em karibin serkeftinek ji bo gelê xwe bi dest bêxin.”


BAGER ARARAT/ROJNEWS/MOSKOVA