Dijber-nivîskar-siyasetmedar Vaclav Havel sala 1978 an di gotara xwe ya bi navê ‘Hêza bêhêz’ a ku bibû sedama girtina wî, wisa nivîsandibû: Rûyê nû yê totalîteriyê dihingive her warê jiyana mirov.
Durûtî û derewên pergalê li kevî û qorziyên jiyana me vedide.Ji hukumeteke burokratik re, dibêjin desthelata populer.Çîna ku kar dike, bi navê karên ku li ser navê wê têne kirin; dikin kole xwe. Bêrûmetkirina mirov, bi şêweya ‘azadkirinê’ derdixin pêş. Ji zanînê bêpahr hiştin wekî belavkirina zanînê tênîşandan. Hêza ku bi destê desthelatê bo helwestwergrtinê tête bikaranîn, li jêr navê ‘gel hêza xwe bikar tîne’ tê rave kirin. Bikaranîna keyfî a hêza derhelatbûnê wekî cîbicîkirina yasayan bin av dibe. Çanda çevsîneriyê bi navê  ‘pêşketinê’ têderpêş kirin. Berferehbûna kartekeriya emperyal bi xemla ‘alîkariya bo kesên bindest’ tê nixumandin.  Bêpahrhiştina ji azadiya derbirînê, wekî ‘azadiya herî pêşketî’ têpêşkêşkirin. Bikaranîna hêza leşkerî, bi gotina ‘dirêjkirina destê dostayiyê’ tê veşartin. Ev pergal ji ber ku koleyê derewên xwe ye, her tiştî beravajî dike.Paşerojê serobino dike ,nihayê diqulipîne, dahatuyê seroqûnî hev dike. Û dibêje, îdîa dike ku ne dewleta polisan e!
Mirov ne mecbûr e ku bi wan viran bijî ’’! *
Niha jî jiyan li dora virr û dek û dolabên ku çerxa wê di destê desthelatê de ye dizîvire.
Bo ku berê ‘zîvirîn’ê ji ermeniyan biguherînin ber bi Kurdan ve, cîgirên serokwezîr di parlamentoyê de rabû, got, ‘ Çi bê xwestin em ê bidin. Nasname jî di navê de…’
Wexta ku di parlamentoyê de ew axaftin kir, herî pir mirûsê kirî ên parlamenterên Kurd geş bû, her kes di cihê xwe de vebişirî, lê nehat bîra kesekî, ku bibêje ‘ berdeeee…binê te erd e’!
Gotineke din jî heye, ku herî pir li bejn û bala cigirê serokwezîrê din birêz Atalay tê: Caw yê te meqes yê te’!
Ew jî diçe û tê serkêşiya ‘açilimê’ dike.
Vê carê mîna ku ji dil be, dibêje, ‘piştî serê salê…ji cihê ku em lê rawstiyabûn em ê bidin ser riyê’!
Min bi xwe, ‘açilim’ ji bîr kiribû.
Camerê ku par bû pêrar bû got, ‘ me di riyê de qeza kir’; wisa dixuye ku erebaya ‘teqleavêtî’ biriyê ser tamîrê, nûvandiye.
Gotinek pêşiyan heye, dibêjin ‘ mirovê feqîr du caran bi kincê xwe şa dibe; dema ku dikire û wexta ku pîne dike.’
Dewleteke zîvar zîvarî, dethelateke serî bi kûm û demokrasîya bi pîne?!
Demokrasiya bi pîne bi kêrî kê tê, ji Kurdan re çi tîne?
Bi hêviya ku sala nû azadiyê bi xwe re bîne, dibêjim sersala we piroz be …
l Ji nîvîsa Serokê Pen’a Tirkiyeyê birêz  M. Tarık Gunersel