Li bakûrê Kurdistanê rojev bi piranî bi xebatên hilbijartinê ve hatiye dagirtin. Li Başûr hevdîtinên bona zelalkirina metodê firotina petrolê kurdan ên di navbera Rêveberiya Kurd û hikûmeta Iraqê de her berdewam e. Li Rojava jî piştî bêencammayîna Konferansa Cenêv 2 careke din çav wergeriyan ser destkeftiyên kurdan. Di rojên vê dawiyê di çapemeniya cîhanî de analîzên li ser rewşa Rojava û pirsgirêka kurd jî her ku diçe zêde dibin..Di Konferansa Cenêv 2’yan de eşkere bû ku kes û komên bi navê opozisyona Suriyeyê tevlî civînan bûn, ji nûnertiya îradeya xelkê dûr in. Ew an bona menfeatên xwe yên şexsî û komî an jî bona menfeatên dewletên ku dixwazin herêmê bixin bin kontrola xwe, di konferansê de cih girtin. Wekî tê zanîn, kurd di konferansê de nehatin temsîlkirin û tu kesî jî pirsgirêka kurd neanî rojevê. Di encama konferansê de jî aşkere bû; ku him dewletên serdest ên rojawayî him dewletên statûkoparêz ên herêmî him jî ajan û hevkarên qaşo bi navê muxalefetê tevlî konferansê bûn, du-sê hefteyan bi valahî wext derbaskirin.

Heta îro her kes çavê xwe ji Rojava re bigire û destkeftiyên kurdan jinedîtinê ve were jî careke din aşkere bû ku bêyî tevlîbûna îradeya kurdan li Suriyeyê ne aştiyek ne jî rejîmeke demokratîk wê were sazkirin. Wexta ku van hêzan gişt li Cenêv a Swîsreyê bona berjewendiyên xwe bazartiya parvekirina hêjahiyên Suriyeyê dikirin, kurdan pêngaveke mezin avêtin û li Rojava sîstemeke bi sê kantonî ya xweser saz kirin.
Kurd li Rojava bi xelkên din ên herêmî re demokrasiyekê ku bona tevahiya Rojhilata Navîn mînak e, pêş dixin. Bona vê yekê, analîzên li ser sîstema xweser a demokratîk a Rojava roj bi roj zêdetir dibin. Nîşaneyên din jî hene ku him dewletên serdest ên Rojavayî him jî opozîsyona Sûriyeyê bala xwe didin ser îradebûna kurdan û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).
Hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyeyê çend roj berê diyar kir ku PYD li Rojava rêxistina herî bi bandor e û li gel vê yekê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ya ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) saz kirîbû, qels e û tu bandora wê li Rojava tune ye. Berpirsiyarê ragihandina hikûmeta demkî ya opozîsyonê Menhel Barîş bi riya Rûdawê aşkere dike ku ew ê bi PYD’ê re têkiliyên xwe zêdetir bikin.
Şoreşa Rojava vê hefteyê di parlamentoya Swêdê de jî hat niqaşkirin û parlamenterê Partiya Keskê Bodil Cebellos bona çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê, xweseriya demokratîk a li Rojava wek mînak nîşan da.
Ajansa Alman DeutcheWelle jî di analîza xwe ya li ser pêşketinên civakî yên li Rojava de bahsa bi xweseriya demokratîk re bi bandorbûna îradeya jinan a li ser jiyana civakî dike. Di analîzê de tê gotin ku Rojava herêma herî aram a Sûriyeyê ye û li wir jiyana xweser bi destê jinên kurd ve tê sazkirin.
Analîzeke balkêş jî di rojnameya tirk Hurriyetê de hat weşandin. Verda Ozer, di nivîsa xwe ya bi navê ‘Ankara di nava hevkêşeya kurd de’ de li ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandî, bilindbûna bandora kurdan li Rojhilata Navîn dinirxîne. Ozer dibêje, serdana li Ocalan a Leyla Zana bi îzna Wezareta Dadê ya Tirk pêk hatiye û ew jî tê maneya ku Tirkiye menfeata xwe di hevnêzikbûna kurdan de dibîne û êdî rastiya Rojava qebûl dike.
Ozer herwiha dewam dike; ev pêvajo bêyî xeberê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêk nayê û divê Tirkiye him di pêvajoya aştî û çareseriye destê xwe zû bigire him jî pişgiriyê bide Rojava û bi her parçeyên Kurdistanê re pêvajoyeke entegrasyonê bide destpêkirin...
Wer xuya ye ku ji nû ve bangkirina Birêz Ocalan a bona Konferansa Neteweyî ya Kurd û bona vê yekê nameşandina ji Birêz Barzanî re hewldanên yekîtiya kurdan ketiye merheleyeke nû.
Kurd yekîtiya xwe çiqas pêş dixin, bandora xwe jî ewqas li dîplomasiya navneteweyî dikin. Zemînê yekîtiya kurdan îro xweseriya demokratîk a Rojava ye. Rojava, kurdan bi hevdu re girê dide û di qadê navneteweyî de dike dînamîkeke bi bandor. Ev jî pêşiya bidestxistina mafên neteweyî û statûyeke xweser vedike...