Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî rizgarkirina Tebqayê, deriyê Reqayê vekirin. Operasyona Reqayê jî dest pê kir. Her çiqasî hêzên koalîsyonê desteka hewayî didin jî yên li bejahiyê bipêş dikevin hêzên Sûriyeyî ne. Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ne. Tê zanîn ku piraniya hêzên ku ber bi Reqayê ve bipêş dikevin ji Ereban pêk tên. Bêguman ev hêzên Ereb, ne hêzên versiyonên DAIŞ’ê ne; hêzên demokratîk in. Dema Reqa azad kirin wê bajar ji aliyê meclîsa ku piraniya wê ji Ereban pêk te wê were birêvebirin. Wê bi destê emîr, walî an qeymeqamekî neyê birêvebirin; wê rêveberiya Reqayê bibe xwediyê şêwazekî demokrasiya herêmî.
Guftûgoyên mîna Tirkiye wê bikeve Reqayê an na hatin kirin. Mîna ku biryara ketina Reqayê di destê Tirkiyeyê de ye hişmendiyek afirandin. Di rastiyê de tu hêz a ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk erê nekin nikarîbû di operasyona Reqayê de cih bigire. Ji ber ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk nexwestin jî ferzkirinên Tirkiyeyê bê encam man. Hêzên Koalîsyonê jî li dewsa Reqayeke ku ji aliyê hêzên girêdayi Tirkiyeyê ve tê kontrolkirin, Reqayeke ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve werê birêve birin tercih kirine. Ji ber vê yekê jî beriya ku Tayyip Erdogan biçe DYA’yê, ji aliyê rêveberiya DYA’ê ve hate aşkere kirin ku Tirkiye di operasyona Reqayê de wê cih negire.
Beriya çûyina Erdoğan a DYA’yê li derveyî hiştina Tirkiyê ya oparasyona Reqayê, tê wateya di hevdîtina pêk hat de biçûk xistina Erdogan û pêwist e wisa jî were dîtin.
Tayip Erdogan bi armancê ferzkirina ku ewê bikeve Reqayê, dîsa bi bilêvkirina Fetullahvanan, YPG û QSD’ê xwest di mijara PKK’ê de tawîzan bidest bixe û destê xwe bihêz bike. Tayyip Erdogan hin soz ji Trump girtibin jî li qadê hemû Kurd, PYD û QSD wê yekê ji van sozên hatina dayin qebûl nekin.
Operasyona Reqayê wê deriyê demokratîzekirina Sûriyeyê veke. Bi rizgarkirina Reqayê ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokrathik ve wê Reqayeke demokratîk jî ava bibe. Dema Reqa demokratîk bû Heleb jî neçar wê demokratîk bibe. Ji xwe ji niha ve bingehê demokratîkbûna Helebê ava bûye. Kurd wê di demokratîkbûna Helebê de jî roleke çalak bileyizin. Heger şerê li Sûriyeyê bi demokratîkbûnê bi encam nebe ev yek wê were wateya bêhurmetiya li dij bi sedhezaran kesên jiyana xwe ji dest dane. Bicîhanîna berpirsiyariya vîjdan, exlaq û siyasî di demokratîzekirina Sûriyeyê re derbas dibe. Ji ber vê yekê jî erkeke mezin dikeve ser milê Hêzên Sûriyeya Demokratîk a operasyona Reqayê pêk tîne.
Bi operasyona Reqayê re biryara demokratîzekirina Sûriyeyê hatiye dayin. Li derve hiştina Tirkiyeyê ya di vê pêngavê de tê wateyeke wisa. Li derve hiştina Tirkiyeyê ya ji operasyona Reqayê de ne bijarkeke leşkerî bû; demokratîkbûna Reqayê û di rastiyê de demokratîkbûna Sûriyeyê hatiye tercîhkirin. Bêgûman li Sûriyeyê têgihiştinên cuda yên demokrasiyê dixwazin hene. Lê belê teqez Sûriye wê demokratîk bibe. Nerazîbûna Tirkiyeyê li dij demokratîzebûna Sûriyeyê ye. Ji ber ku dema Sûriyeyeke demokratîk pêk hat wê desilatdariya faşîst a Tayyip Erdogan û Dewlet Bahçeli wê nikaribe li ser lingan bimîne. Dema li Sûriyeyê pirsgirêka Kurd çareser bû, li Tirkiyeyê jî neçar divê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Her wiha dema Sûriye demokratîk bû ev yek pêl bi pêl wê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe. Projeya Tayyip Erdoğan a Rojhilata Navîn a di bin kontrola İxwanî Muslimîn (Birayên Misilman) de jî wê têk biçe. Ji ber vê yekê li dij operasyona QSD’ê ya ji bo rizgarkirina Reqayê derketiye. Operasyona Reqayê wê çawayina Rojhilata Navîn a siberojê jî diyar bike.
Şer êşê ji civak û mirovan re tînin. Gelê Sûriyeyê êşên mezin kişandin. Heger nêzîkatiyeke polîtîk a rast were meşandin û têkiliyên navbera gelan werin bihêzkirin, piştî şer wê demokratîkbûn bipêş bikeve. Piştî Şerê Cîhanê yê II. li Ewrûpayê pêşketina demokrasiyê mînakeke vê yekê ye. Di nava şerê li Sûriyeyê de pêşketina Şoreşa Rojava, paşê jî ji aliyê Hêzên Şoreşger ên Rojava û Hêzên Şoreşger ên Ereb re avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo Sûriyeyê derfeteke dîrokî afirandiye. Bi vê yekê re wetedarkirina êşên heta niha hatine kişandin jî gengaz bûye. Operasyona Reqayê ji bo avakirina deriyê Sûriyeya Demokratîk wê roleke mezin bileyize û gaveke dîrokî ye. Reqa di heman demê de wê bibe xerc û nişûka ku gelên Kurd, Ereb, Sûryanî, Ermenî, Durzî, Çeken û Turkmen mîna neteweyeke demokratîk hebûna xwe bidomînin. Ji ber vê yekê jî dema qala Sûriyeya demokratîk were kirin her daîm wê rola Reqayê bê nirxandin û bibîranîn.
Tirkiye ji bo îtîbara operasyona Reqayê û girîngiya wê ya di demokratîkbûna Sûriyeyê de bişkîne bi roja ye propogandayên mîna, “DAIŞ û QSD’ê li hev kirin, ji Reqayê vedikişe“ tînê rojevê. Bi vê yekê re dixwaze têkoşîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk biçûk bike. Peşmanên ku wê bi DAIŞ’ê re kirine dixwaze bavêje ser sûkra QSD’ê û rûyê xwe yê kirêt veşêre.
Herkes dizane ku hêzên koalîsyonê yên di operasyona Reqayê de destekê didin QSD’ê ji 40 dewletan pêk tên. Kî bawer dike ku van 40 dewletan bi DAIŞ’ê re lihev kiriye. Li Cerablûsê dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re li hev kir, dîsa bi peymana ku bi DAIŞ’ê re pêk anîn re kete bajarê Babê.
Ev diyar e ku Şoreşgerên Rojava û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê îradeya DAIŞ’ê şikandine. DAIŞ a ku herkes ji ber direvî niha ji ber hêzên Kurd û Hêzên Sûriyeya demokartîk direve. Li Iraqê jî gerîla îradeya DAIŞ’ê şikandiye. Ji ber vê yekê DAIŞ serjêr diçe. Iraqê ji berxwedana Kurdan feyz û cesaret girt û operasyona Mûsilê da destpêkirin. ji ber vê yekê jî DAIŞ li Reqayê çiqas li ber xwe dide bila be di dawiya dawî de Reqa wê rizgar bibe. Di vê çerçoveyê de pêngava rizgarkirina Reqayê dest pê kiriye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji aliyê Rojhilat ve gihiştine ber deriyê Reqayê. Bi rizgarkirina Reqayê re li Sûriyeyê serdem û dîrokeke nû wê dest pê bike.