Welatiyên herêma Hewraman a li ser sînorê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de bi hatina payîzê re gûzên gihiştî diçinin, ên wşiyayî berhev dikin û ji bo aboreke baştir li bazarê difroşin. Li gundê Tebela ê ji 800 malan jin û zarokan weke caran gûz çinîn û berhev kirin. Paxşan Mihyedîn diyar dike ku ew gûzan li bazarê bi daneyan difroşin. Paxşan anî ziman ku ev rêbaz hîn zêdetir bi adelet e û got: „Di her gûzê de keda destê me û xwêdana zarokên me heye. Firotina gûzan yek bi yek ji bo me çêtir e. Ji bilî şekir û çayê hemû pêdiviyên jiyanê em bi xwe hildiberînin. Cil û solên xwe em bi xwe çêdikin. Tenê şekir û çaya me nîne. Kes li vir bê kar nîne, her kes xwedî karekî ye. Bi hatina payîzê re jin û zarok bi kêfxweşiyeke mezin diçin û gûzan diçinin.“ Paxşan îşaret bi awayê jiyana xwe ya xwezayî kir, destnîşan kir ku hikûmet li herêmê xizmetê nake û wiha dewam kir: „Ji ber şert û mercên erdîngeriya vir em carinan zehmetiyê dikişînin. Riyên gund gelek xirab in. Elektrîka me her dem nîne. Ji ber ku kaniyên avê yên xwezayî hene, pirsgirêka me ya avê nîne.“
NEWROZ DIJWAR/HEWREMAN