Welatiyên ku li her kolan û kuçeyan torbeyên bamya, îsot û bacanan danîne, hem tirşik, hem tirşû û hem jî konserveyan çêdikin û amadekariya zivistanê dikin. Welatiyên ku bi yomiyan dixebitin jî vê yekê wekî firset dibînin û rojê bi 16 û 20 TL yomiyan dixebitin. Ji ber ku hemû kolan û kuçe bi dezgeh û torbeyên îsot û bamiyan hatin dagirtin, li aliyekî dîmeneke cuda, li aliyê din bêhnek no û tûj mirovan sermest dike. Bi taybetî li taxa Ataturkê, hemû kuçe û kolan bi torbeyên îsot û bambeyan hatin dagirtin. Li aliyekî malbatên ku bi derfet û tifaqa xwe ji nava baxçe û zeviyên xwe fekiyên xwe kom dikin, li gel zarok û mezinên xwe li ber deriyê malên xwe rodikin û tirşû, tirşik û konserveyan çêdikin. Malbatên ku kesên wan tune be jî pale û karkeran digirin û dest bi paqijiya îsot, bamya û yên din dikin. Welatiyên ku naxwazin malê xwe bişînin fabrîqeyan û dixwazin bi erzanî konserveyan çêbikin jî karkeran bi yomiyan digirin û bi erzanî konserveyan çêdikin.
Rojê 16 TL didin
Li aliyekî malbat amadekariyên zivistanî dikin, li aliyekî kesên dewlemend û baxçeyên wan mezin, li şûna berhemên xwe bibin fabrîqeyan, bi keda erzan û li kolanan dezgehên mezin ava dikin û karkeran didin xebitandin. Ji ber ku betalî zêde ye, gelek welatiyên ku vê yekê wekî firset dibînin, ji neçarî bi kedek zêde û erzanî li van kolan û kuçeyan dest bi çêkirina konserveyan dikin. Karkerên ku paletiyê dikin, rojê 16 û 20 TL’an kar dirin.
Xwediyê zevî û baxçeyan her serê sibehan bi kamyonan îsot û bamyayan ji nava baxçeyan tîne û li kolanê rodike. Hin welatî serê qaseya îsotan bi 60 qurişî baqij dikin, hin welatî jî bi yomiyan dixebitin. Karkera ku karê paqijiyê dike Ayşegul Turkone, bal kişand ser rewşa kolanan û wiha got: „Ev mirov ne ji ber ku li me û betaliya me difikirin vî karî bi me didin kirin. Ji ber ku em bi erzanî çêdikin, me li şûna fabrîqeyê dide xebitandin. Dema ku em vî kari dikin, patron heqê ceyran, av û bacê nade. Ji ber vê yekê karê xwe bi erzanî bi me dide kirin.”
Jina bi navê Nazmiye Şolen jî anî ziman ku ji ber zaroka wê heye nikare di fabrîqeyê de bixebit. ŞKurê Nazmiye Şolen ê 15 salî Yusuf jî alîkariyê dide diya xwe û dixwaze lêçûna dibistana xwe derxe. 


ÎBRAHÎM COŞKUN - DÎHA- MANÎSA